Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê ji her kesî re îspat kir ku îradeya tekoşînê û xebata gelê Kurd qet nayê şikandin

Serok Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek weşand û got ku Şoreşa Gulanê ji her kesî re îspat kir ku îradeya têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiyê qet nayê şikandin û dê berdewam bike.
Îro 26.05.2025ê Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek weşand û got: Şoreşa Gulanê yek ji girîngtirîn qonaxên berxwedan û têkoşîna gelê Kurd e, ku peyam û armancên Şoreşa Mezin a Îlonê hildigire. Di şert û mercên nebaş ên piştî koçberiyê de, li sirgûniyê û di bin zextên cûrbecûr ên dijberên gelê Kurd de, Şoreşa Gulanê bi planeke rêxistinî û leşkerî ya berfireh û bi îradeyek xurt hate destpêkirin.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Gelê me di Şoreşa Gulanê de gelek qurbanî da, gelek Pêşmergeyên qehreman jiyana xwe ji bo Kurdistanê feda kirin, û piraniya kurên gelê me koçberî, westandin û berdewamî hilbijartin. Şoreşa Gulanê ji her kesî re îsbat kir ku îradeya têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiyê qet nayê şikandin û dê berdewam bike.
Serok Barzanî teqez kir: Di salvegera 49emîn a Şoreşa Gulanê de, em li ber giyanê şehîdê yekem ê Şoreşa Gulanê Seyîd Ebdulah Hecî Omeranî û hemû şehîdên Kurd Kurdistanê silav dikin, herwiha hemû tekoşer, Pêşmerge û wan niştimanperwerên ku hene spas û teqdîr kirin ku rola xwe di Şoreşa Gulanê de hebûn û serfirazî ji bo gelê me tomar kirin.