Fedakirina ciwanên Kurdan bi peymanên nêvbera PKKê û Dewletê de dewam dike

Tevî pêvajoya aştiyê ya ku Tirkiye navê “Tirkiyeya bê teror lê dike”, lê hêjan jî ciwanên Kurdan bi peymanên nêvbera PKKê û dewletê de tên feda kirin, nasnameya du çekdarên din aşkere bû ku li destpêka vê mehê li çiyayê Metînayê û Zapê bûbûn armanc û rêxistinê mirina wan veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKî duh 27 Gulana 2025ê nasnameya 2 çekdarên xwe aşkerekir ku li 1î Gulana îsal 2025ê li çiyayê Metînayê û devera Zapê yên li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
Navên wan wisaye:
Omer Îbrahîm ji Şirnexê.
Alan Kemal ji Kobanê.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirna van çekdarên xwe veşartî hiştiye û îro ji nû ve hatye û dibêje me hevalên xwe yên apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û mirina wan îlan nebûye.