Di Cotmeha sala 2024an heyanî niha di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de, bi navê pêvajoyê, pêwendiyek heye ku kes nizane di naveroka wê pêwendiyê de çi heye. Nediyare ka wê çarenivîsa vê pêwendiya veşartî û tevlîhev çi be, hem dewlet û hemjî PKK’e ji boy ku vê pêvajoyê bi raya giştî bidin qebûlkirin helmetekî propagandayê destpêkiriye. Dewlet ji raya giştî ya xwe re dibêje, “me teror xelas kir, em niha wan efû dikin.” PKK’e jî ji raya giştî ya xwe re dibêje, “em gihiştin armanca xwe û niha jî em rûpeleke nû ya tekoşînê vedikin.” Ev heqîqet gelek diyare, lê dîsa jî hemû aktorên siyasî piştgiriya vê pêvajoyê kirin. Hinek hêzên nerazî wek Îranê hebinjî nederketin û negotin bila PKK’e çek nedeyne.
PKK’e daxuyaniya Serok Barzanî ya pêvajoyê îstîsmar dike
Em dikarin bibêjin ku tevahiya hêzên kurdî piştgirî dan ku PKK’e çek deyne. Serok Barzanî ku 78 sale tevahî aloziyên Rojhilata Navîn û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne, wî jî piştgirî da pêvajoyê. Serok Barzanî bi rengek eşkere wiha got, “ji boy pêvajoya aşitî û çareseriyê helwesta me nehatiye guhertin, em ji tevahiya firsetan îstîfade werdigirin û piştgiriya pêvajoyê dikin, aşitî rêya herî raste ji boy çareseriya pirsgirêkan.”
PKK’e çawa hemû mijaran îstîsmar û berevajî dike, xwest piştgiriya serok Barzanî ji boy çareseriyê jî îstîsmar bike. Niha ger kesek nameya Ocalan yan pêvajoyê rexne bike, PKK’eyî ji wan re dibêjin Mesûd Barzanî jî piştgiriya nerîna Ocalan dike. Helbet mesele ne wisaye û tiştê ku serok Barzanî piştgiriyê lê dike pirr eşkere ye. Serok negotiye ku, “ez piştgiriya îdeolojiya Ocalan dikim û piştgiriya tarîxa wan ya 50 salan dikim.” heman demê serok Barzanî piştgiriya nameya Ocalan ya di 27ê Sibatê de nekiriye, gelek zelale serok Barzanî piştgiriyê dide ku li Bakurê Kurdistanê bi hevdîtin û diyalogê rêya aşitiyek serbilind çêbibe.
PKK’e dixwaze îdeolojiya Ocalan ku mafê netewîbûna kurdan nas nake û bi paradîgmayekî ku dixwaze kurdan bike beşek ji netewa Tirkiyê bi navê serok Barzanî pak bike. Ew dixwazin îdeolojiya xwe ya bêy kurd bi navê serok Barzanî êmajeyek Kurdistanî jê re çêkin.
Serok Barzanî û hereketa wî ya siyasî pirr zelale, ew tekoşîna xwe ne li ser gotinên îdolojîk belku li ser azadiya Kurd û Kurdistanê dimeşîne. Û weke daxwazekî berbiçav xweseriyê dixwaze, lê heger zirûf hebe serxwebûnê jî weke armanca nîhayî dibîne. Serok Barzanî sererayî gefên herêmî û hetta gefên Amerîkayê, li hember tehdîdên wan referandûma serxwebûna Kurdistanê de gavek paşde neavêt, helwesta serok Barzanî ti pêwendî bi helwesta Ocalan ku çareseriya kilturî jî ji boy kurdan naxwaze nîne.
Serok Barzanî dixwaze Bakurê Kurdistanê ji astengîyan şer rizgar bike
Serok Barzanî keseke ku siyaseteke real dimeşîne. Ew ji ber sedemên real piştgiriyê dike ku PKK’e çek deyne, wî ji salên 80an ve şerê PKK’ê û dewleta Tirk ji nêz ve di şopand. Yê yekemîn çek dayî PKK’ê jî her PDK’e bû, lê bi derbasbûna demê dît ku PKK’e weke aparatekî tê bikaranîn. Serok Barzanî dît ku armanca şerê PKK’ê ne eve ku li ser dewleta Tirk zextê çêke ku mafên kurdan nas bike. Serok Barzanî dît ku ev şer ji derveyî xerabî û malwêraniyê ti destkeftekî ji kurdan re naîne. Herî dawiyê serok Barzanî hewl da ku rê li ber felaketa Şerê Xendekan bigre û HDP’e hişyar kir û jê re got, “Xendek zirarê didin gel” yanî serok Barzanî bi salane hewl dide gelê Bakurê Kurdistanê ji şerekî bê wate û bê encam rizgar bike, ew dibîne ku 50 salin gelê Bakurê Kurdistanê bûye mehkûmê çerxa şerekî bê encam û dixwaze vê çerxê bişkîne.
Serok Barzanî dixwaze rêgir be ku PKK’e di destê hêzên herêmî de bibe rêxistineke taşeron
Têbîniya serok Barzanî eve ku heger PKK’e çek deyne, êdî di destê hêzên herêmî de nabe şûrek. Serok Barzanî dît ku PKK’e di sala 1980an de ligel Seddam, 1990an de ligel Îranê û 2012an pêve jî ligel Îran û hêzên Şîe yên di Îraqê de bû çekek û êrîşî şoreşa Başûrê Kurdistanê kirin, serok dixwaze dawiyê bi vê rola taşaroniyê ya PKK’ê bîne.
Serok Barzanî dixwaze Herêma Kurdistanê nema bibe qada şer
Serok Barzanî dibîne ku Erdnîgarîya Herêma Kurdistanê bûye qada şerê PKK’ê û artêşa Tirk, ew jî dihêle ku herêma Kurdistanê baceke mezin bide, serok Barzanî dibîne ku PKK’e weke pîyonekî tê bikaranîn û PKK’e jî çekê di dest xwe de li hember hêzên kurdî bikar tîne û dixwaze vê rewşê jî berteref bike.
Serok Barzanî baş dibîne ku hevdîtinên di navbera Îmralî û Enqereyê de ne pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurda ye, lê belê dibîne rizandin û girêkek heye. Ew difikire ku heger bikarbe vê rizandinê derbas bike wê li pêşiya kurdan rêyeke nu çêbibe, loma piştgiriyê dide pêvajoya hevdîtinan.
Hinek derdor dibêjin ku gerek Serok Barzanî piştgîriyê nede vê pêvajoyê. Serok Barzanî berê got, “Kurd li koderê bijîn azadî û mafên wan doza me ya sereke ye.” ji ber ku li Bakurê Kurdistanê vejîneke nû çêdibe divê pozîsyona PKK’ê were guhertin. Mîsyona serok Barzanî rê nade ku bibêje, “ez PKK’ê baş nas dikim”, bixeyide û xwe paşde bikşîne. Li pêşiya wî de Tirk û PKK’e cî digirin û wan esas digire û siyasetê dimeşîne.
Egerên piştgiriya serok Barzanî ji boy pêvajoyê mîsyona pêşengitîya netewî ye
Serok Barzanî ne tenê bi şêweyekî taktîkî û siyasî piştgiriyê dide vê pêvajoyê, mîsyonekî wî yê netewî heye. Li ser vê esasê armancên serok Barzanî ji gelek beşan pêk tên ku tê de doza netewa Kurd, yekîtîya netewî û lêgerîna çareseriya li ser bingeha aştiyê jî di nava xwe de digire.
Helwesta PKK’ê ya îstîsmarê watedare û tê fêmkirin. Lê belê, Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û medyaya Herêma Kurdistanê jî helwesta serok Barzanî rast fêm nekiriye, xeletiyeke pirr mezine ku ew wisa têdighin serok Barzanî piştgiriya şexsê Ocalan û dewleta Tirk dike. Yanjî were gotin ku ev pêvajo çareseriya pirsgirêka kurd e li Bakurê Kurdistanê. Erkê rewşenbîr û medyayê eve ku heqîqetên rojane û dîrokî bînin bîra xelkî, lê belê medyaya Başûr helwestek pir şaş heye, ew heqîqeta vê pêvajoyê nikarin eşker bikin, ew li gor medyaya PKK’ê û dewleta tirk pêvajoyê şîrove dikin. Medyaya Başûr nikare helwesta serok Barzanî bi dirustî bi xelkê bidin fêmkirin û ji ber wê yekê jî dibin beşek ji propagandaya dewleta Tirk û PKK’ê, helbet helwesta serok Barzanî helwesteke serbixwe û serbilind e.
Serok Barzanî kesekî stratejîzan û sîyasetmedarê, û heman demê di meseleya Kurdî ya di Rojhilata Navîn de xwedî ezmûnekî pir mezine. Berî her tiştî jî di yekîtîya netewa Kurd de ew rêberekî bi mûral û sembole. Li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya wî ya ji boy çareseriya pirsa kurdî hem gavek stratejîk e, hemjî jêstekî sembole û ev helwesta wî heger bê îstîsmarkirin û fêm kirin, dikare pirsgirêka kurd ya 100 salî çareser bike.