Biryara PKK ê ya ji bo ji nû ve destpêkirina têkoşîna çekdarî di 1 ê Hezîrana 2004 an de û encamên wê ji bo Kurdan çi bûn ?!

Apo-1-hiziran-info

Di 1ê Hezîrana 2004 an de, PKK ê daxuyaniyek weşand û bidawîhatina agirbesta ku di 2 ê Tebaxa 1999 an de dest pê kiribû û pênc salan dom kiribû ragihand. Di 27 ê Sibata 2025 an de, Evdila Ocalan bang li PKK ê kir ku xwe hilweşîne û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Ev serdema duyemîn a pevçûnê, ku PKK ê jê re digot helmeta 1 ê Hezîranê, 21 sal dom kir. Ev serdema 21 salan a pevçûnê ji bo Kurdan gelek encam derxist holê. Vê serdema 21 salan a pevçûnê ji leşkerî bêtir encamên siyasî derxist holê. Ji bo têgihîştina rastiya ku Kurd îro tê de ne, nîqaşkirina sedema destpêkirina hemeta 1 ê Hezîranê û hêzên bi serketî û yên windakirî kî bûn, girîng e.

Em dikarin paşxane û encamên pêvajoya ku di 1 ê Hezîrana 2004 an de di navbera PKK ê û dewleta Tirkiyeyê de dest pê kir, di bin çend sernavan de kom bikin û binirxînin.

Beşa 1: Guhertinên di Siyaseta Dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn de û Pêngava 1 ê Hezîranê ya PKK ê

Bi çûyîna Ocalan bo Tirkiyeyê di sala 1999 an de, pêvajoyek nû li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest pê kir. Di 2 ê Tebaxa 1999 an de, Ocalan bang li hemû gerîlayên li Bakurê Kurdistanê kir ku ber bi Başûrê Kurdistanê ve bikşin. Ev, bi awayekî, tê wateya bidawîbûna têkoşîna çekdarî ya ku PKK ê di sala 1984 an de dest pê kiribû.

Wê demê, dewleta Tirkiyeyê bi fermî tu daxwazên giştî ji bo “vekişînê” nekir. Wekî din, dewleta Tirkiyeyê ti garantî pêşkêşî PKK ê nekir wekî rawestandina operasyonan an hêsankirina vekişînê.

Li gel vê yekê, Ocalan di nameyek ku ji rêxistinê re şand de derbarê vê biryarê de ev bang kir:

“Pêdivî ye ku bê guman were îspat kirin ku tundûtijî, hem bi pratîkî û hem jî bi gerantî, bi dawî bûye… Ev ji bo ragihandina ku em di 1 ê Îlona 1999 an de têkoşîna çekdarî bi dawî dikin, û hêzên xwe veguhêzîn pişt sînor, ber bi Başûr ve dikişînin, da ku rewşê li gorî pêvajoyê binirxînin û li gorî wê amade bibin.”

Li gorî hin belgeyên PKK ê, di encama vê vekişînê de 1500 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, nêzîkî sed gerîla dîl hatine girtin û bi sedan gerîla jî hene ku çarenûsa wan ne diyar e.

Di nameya Ocalan de peyva “pêwîste xwe îspat bikim” pir balkêşe û bi rastî jî ji bo eşkerekirina bingeha meseleyê pir girîng e. Sozên ku ji dewletê re hatibûn dayîn hebûn, û Ocalan hîn jî hewl dida ku “îspat bike” ku PKK guh dide fermanên wî.

Vekişîna gerîlayan ji nava sînorê Bakurê Kurdistanê bû başûr daxwazek bû ku dewleta Tirkiyeyê ji Ocalan re kiribû. Di vê heyamê de, Ocalan gavên din avêt da ku nîşan bide ku rêxistin bê şert û merc guh dide wî. Mînak, di Tebaxa 2000 an de, wî nameyek nivîskî ji konseya rêveberiya PKK ê re şand, û ji wan xwest ku bi YNK ê re pevçûnê bikin û sedemên siyasî yên vê yekê destnîşan kir. Li ser vê fermanê, PKK ê di Îlona 2000 an de êrîşî hêzên Pêşmerge yên YNK ê kir. Di vê navberê de, Ocalan di gelek mijaran de, di nav de kongre û rêziknameyan, mudaxele kir, û ji dewletê re îspat kir ku “PKK dê bê şert û merc guh bide wî.”

Di bersivê de, di 12 ê Çileya 2000 an de, Bûlent Ecevit, Mesûd Yilmaz û Devlet Baxçeli civiyan û peymanek îmze kirin ku rê li ber parlementoyê bigire ku cezayê îdamê yê Ocalan neyne parlementoyê. Û di sala 2002 an de, Tirkiyeyê cezayê darvekirinê bi tevahî betal kir.

Piştî van hemû pêvajoyan, şert û merc ji bo avakirina PKK yeke nû ji aliyê Ocalan ve hatin afirandin. (Divê were zanîn ku Devlet Baxçelî, mîmarê tiştê ku niha jê re “pêvajo” tê gotin, di betalkirina cezayê darvekirinê ji aliyê Tirkiyeyê ve roleke girîng lîst.)

Çima Tirkiyeyê ev gav avêtin?

Salên 1990 î krîza siyasî li Rojhilata Navîn gihîştibû lûtkeyê. Iraq di navenda vê krîzê de bû. Ragihandina herêmeke bêfirîn li ser Başûrê Kurdistanê di sala 1991 an de nîşan da ku zenga alarmê ji bo Îran, Sûriye û Tirkiyeyê, ku welatên navendî yên Rojhilata Navînin lêdidin. Di nav Bakurê Kurdistanê de, girseyeke neteweperest hebû ku ji PKK ê sînorên rêxsitinî-sîyasî derbas dibû, ji hêla hestyarî û siyasî ve ji pêşketinên li Başûrê Kurdistanê (Raperîna Rizgarî)ve bandor dibû. Çi PKK be çi nebe, ev kom ji bo Tirkiyeyê xeterî ava dikir. Pirsgirêka Kurd êdî tiştek nebû ku were veşartin, û serdema înkarkirina nasnameya Kurdî bi dawî bû. Wekî din, rastiya ku Kurd li Rojhilata Navîn potansiyeleke zindî temsîl dikirin derketibû holê. Kurd ew hêz bûn ku ew hêzên ku li Rojhilata Navîn hegemonyayê dixwestin dikarin pişta xwe pêve gire bidin.

Tirkiyeyê fêm kir ku ew nikare bi mayîna di nav sînorên xwe de bi vê metirsîyê re mijûl bibe. An dê neçar bimîne ku têbikoşe ji bo hegemonyayê û ji sînorên xwe berfireh bike, an jî wê biçûk bibe. Tirkiyeyê vebijarka yekem hilbijart.

Wê dest bi amadekariyan kir da ku bi berfirehbûna ji sînorên xwe ku di Rojhilata Navîn de bibe hêzek. Bi taybetî di salên 1990î de, wê hewl da ku hêza damezrin Kurd li Başûrê Kurdistanê fam bike. Her çend dostane xuya dikir jî, wê di heman demê de piştrast kir ku PKK navenda nakokiya xwe veguhezîne Başûrê Kurdistanê. Tevî vê yekê, hêzên li Başûr karîbû tevî nakokiyên navxweyî û pirsgirêkên aborî jî xwe li ser linga bigire.

Bi stratejîya hespê Trova, girîng bû ku Kurdan li ba xwe bigire û wan ji hundir ve bimeşîne.

Siyaseta dewleta Tirkiyê di salên 2000 an de “siyaseta bi demê re rizandinê” bû

Ev ne tenê sedema Tirkiyeyê bû; rola pêwîstîya avê di qada siyasî de, hilweşîna sîstema dewletên Balkanan û avakirina dewletên nû, û guhertinên sîstematîk ên cîhanî wekî pergala global ya hilweşiyayî, jî faktorên paldanê bûn. Û bê guman, pirsgirêka Kurd xalek kilît bû.

Pêvajo bi daxuyaniya Suleyman Demirel a li Mêrdînê di sala 1993 an de dest pê kiribû, “Em rastiya Kurd nas dikin.” Lêbelê, cewherê vê naskirinê ne diyar bû.

Di sala 1999 an de, dewletê çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê wekî “siyaseta hilweşînê ya ku bi demê re belav bûye” pênase kir. Daxwazên neteweyî yên Kurd bi tengkirina di navbera têgehên wekî aştî, şer, agirbest, pevçûn, hêvî, vekişîn, danûstandin, pêvajo û hwd. de hatin ji nav birin.

Ji ber vê yekê Ocalan û PKK dê çawa bibin çerxên sereke yên vê “siyaseta hilweşînê ya ku bi demê re belav bûye”?

Hewildanêb gerîla di navbera salên 1999-2004 an de hate rawestandin

Di sala 1999 an de, dema ku daxwaza vekişînê hate kirin, dewleta Tirkiyeyê xwest ku gerîla vekişin, ne xwe ku xwe hilweşîne. Başûrê Kurdistanê bi taybetî hate hilbijartin ji ber ku ew penageha neteweperestiya bilind a Kurd bû. Gerîlayên PKK ê bi giranîya dewletê li Çiyayên Qendîlê, li Xinêre û Behdînanê dihatin girtin. Bi rastî, em dikarin vê serdemê wekî dewletê bibînin ku pêşketinên li Rojhilata Navîn zelal dike û biryar dide ka PKKê çawa li gorî berjewendîyên xwe bikar bîne.

Bi êrîşên 11 ê Îlonê re, eşkere bû ku Rojhilata Navîn dê bibe qadeke pevçûnê. Bi taybetî dewleta Tirkiyeyê dixwest bi destwerdana operasyona Iraqê beşdarî têkoşîna serwerîya herêmê bibe. Lêbelê, Parlemanê Tirkiyeyê di 1 ê Adara 2003 an de pêşniyara şandina leşkeran bo Iraqê red kir. Tirkiye li derveyî pêvajoya ku ji hêla Emerîkayê ve li Iraqê hatibû destpêkirin ma. Kurd bi destkeftiyên mezin ji hilweşandina rejîma Sedam derketin û şerê navxweyî bi dawî bû. Ji bo Tirkiyeyê, rewşa li Başûrê Kurdistanê û Iraqê karesatek bû. Wan dixwest ku dîsa tevlî pêvajoyê bibe. PKK bûye amrazek stratejîk ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê bikaranîn da ku bikeve nav Iraq û Başûrê Kurdistanê û navendên kontrolê ava bike.

Li vir, PKK 4 erk hebûn:

Yekem:

bi fermî dest bi şer û pevçûnê li dijî Tirkiyeyê, welatekî NATO yê, bike, bi vî awayî operasyonên Tirkiyeyê li herêmê û berfirehbûna wê li derveyî sînorên wê rewa bike. Ev xal ne tenê îdiayek e. Dewleta Tirkiyeyê ji Pêngava 1 ê Hezîranê vir ve xalên herî stratejîk ên hem li Rojava û hem jî li Herêma Kurdistanê dagir kiriye û ji sînorên xwe berfireh kirîye.

Duyemîn:

rê li ber statûya Herêma Federal a Kurdistanê ya nû bigire ku nebe îlhambexş û piştgiriya beşên din ên Kurdistanê bike, bi vî awayî neteweperestiya Kurd û daxwazên neteweyî xurt bike. Di bingeh de, PKK bi îdeolojiyek nû wekî hêzekî dijminê berzbûna netewperestîya li Başûrê Kurdistanê bikar bîne. Yekser piştî vê pêvajoyê, Ocalan komek fikrên dij-Kurd weke bêdewletbûnê, Komara Demokratîk û entegrasyonê xist rojeva Kurdan.

Sêyemîn:

Bakûrê Kurdistanê xwedî nifûsa herî zede ya Kurd e. Entegre kirina wan bû dewleta Tirkîyeyê weke erka serekî ya PKK ê hat pejirandin.

Çaremîn:

siyasetek kontrolkirina nerasterast a Kurdên li beşên din ên Kurdistanê bi rêya PKK ê.

Evdila Ocalan ji bo pêşwazîkirina vê siyaseta dewletê 4 gav avêtin:

  1. Ocalan ferman da avakirina Herêmên Parastina Medyayê da ku li Başûrê Kurdistanê weke alternatîf ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re biafirîne.

  2. Rêxistinên pêkhateyên PKK ê li her çar parçeyên Kurdistanê hatin damezrandin: PJAK ji bo Rojhilat Kurdistanê, PÇDK ji bo Başûrê Kurdistanê, û PYD ji bo Rojava Kurdistanê.

  3. Partîya DEHAP, Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê kom dikir, hate hilweşandin, û li şûna wê HDK ku nasnameyeke Kurdî têda hat kêmkirin, hate damezrandin.

  4. Evdila Ocalan kampanyayek da destpêkirin da ku fikrên xwe di nav civaka Kurd li dora têgehên wekî jîneolojî û ekolojiyê balav bike, ku têgeh û fikra netewperstîya Kurd di nava Kurdan de were lewaz kirin.

  5. Û xala herî girîng ew bû ku PKK bi hevahengîya dewleta Tiekîyê agirbesta bidawî kir û têkoşîna çekdarî ji nû ve da despêkirin, bi vî awahî hemî xalên jorîn werin cîbicî kirin.

Sibê: Pêngava 1 ê Hezîranê wekî beşek ji stratejiya dij-kurd a dewleta Tirk hate amadekirin.