15 Salên Rojava û Ilham Ehmed: Çîrokeke serkeftinê bi bihayekî giran û bê qezenc

15 Salên Rojava û Ilham Ehmed: Çîrokeke serkeftinê bi bihayekî giran û bê qezenc

Pêvajoya yekbûna Rojava bi Şamê re, ji aliyê raya giştî ya Kurd ve rastî bertekeke xurt hatiye. Di vê navberê de, medyaya PKKê di hewldaneke piralî de ye ku van bertekên rewa lawaz bike û têgihiştina raya giştî birêve bibe. Ew gelek hewl didin ku raya giştî qanih bikin ku tiştê diqewime ‘pêvajoyeke normal’ û heta ‘qezencek’ e. Wekî beşek ji vê hewldanê, serokên Rojava careke din bi cil û bergên xwe yên herî xweşik li ber raya giştî ya Kurd tên nimayêşkirin. Yek ji platformên sereke yên ku vê kampanyaya spîkirinê dimeşîne, İlke TV ye, ku ji Tirkiyeyê weşanê dike.

Rojaeva sereke ya İlke TV’yê ew e ku siyaseta entegrasyonê ya Ocalan bi awayekî ku Kurd bikaribin qebûl bikin pêşkêş bike. Ji bo vê armancê, ew rojane bernameyên taybet diweşînin. Di van demên dawî de, hevpeyvînên ku wan bi Mazlum Abdi û İlham Ahmed re kirine jî xizmeta wê armancê dikin ku Kurdan qanih bikin da ku pêvajoya teslîmiyetê ya ku li Rojava diqewime qebûl bikin.

Hevpeyvîna Îlham Ehmed a bi Banu Güven re li ser İlke TV tam di çarçoveya vê yekê de cih digire. Hevpeyvîna Banu Güven bi riya senaryoyeke wisa bi hûrgilî hatiye amadekirin, Banu Güven jêhatîbûna xwe ya rojnamegeriyê bi awayekî wisa nîşan dide ku pirsên wê ji bo Îlham Ehmed cîhekî vedikin da ku tevahiya pêvajoya Rojava rewa bike. Îlham Ehmed jî, ji aliyê xwe ve, wisa diaxive mîna ku ew ne nûnera herêmeke ku 15,000 şehîdên xwe winda kiriye be, belku nûnera welatekî bextewar wekî Norwêcê ye. Bi hev re, herduyan rêbazek wisa dahênandiye ku bi wê ‘mîna ku mirov darêke mezin tenê bi pelekî pênase bike’ rêwîtiya 15-salî ya Rojava ya tijî fedakarî, tenê bi çend hevdîtinên li Şamê hatine kirin sînordar dikin. Ew bi tengkirina balê, rastiyê vedişêrin.

Ji bo fêmkirina rastiyê, divê em pêşî vê pirsê bikin: ‘Ilham Ahmed kî ye?’

Ilham Ahmed, an jî Ronahî Efrîn wekî ku di nav PKK’ê de tê nasîn, yek ji sê xwişkên ku di destpêka salên 1990’î de ji Helebê tevlî rêxistinê bûn e. Bi salan, ew ne kesayetiyeke berbiçav bû. Rola wê ya paşverû wê demê guherî ku PKK’ê PYD ava kir, û wê di nav rêxistinê de rolên girîng girtin ser xwe. Wê ev yek bi giranî bi nêzîkbûna xwe ya ji Cemîl Bayik bi dest xist. Bi taybetî, bi pêvajoya ku di sala 2012’an de li Sûriyê dest pê kir, çarenûsa Îlhamê guherî û ew di dîplomasiyê de bû kesayetiyeke berbiçav. Dema ku Rojava di nav xwîn û komkujiyê de dihat xeniqandin, û mirov bê elektrîk û av dijiyan, prosedurên kozmetîk ên Îlham Ehmed li salonên bedewiyê û cilên wê yên luks dema ku li Parîsê di bin navê dîplomasiyê de bû, di nav refên partiyê de bû mijara gotegotan; lêbelê ew her dem ji aliyê serkirdayetiyê ve dihat parastin.

Detayan deynin aliyekî, Ilham Ahmed endameke rasterast a serkirdayetiya PKK’ê ye û ji xeta siyasî ya Ocalan serbixwe tev nagere. Ev ew diran in ku çerxên sîstemê dizivirînin. Û tam ji ber vê sedemê ye ku, di rexneyên li ser Rojava de, baldariya Kurdan tenê li ser Mazlum Abdi analîzeke ne temam pêk tîne. Ji ber ku ew bi tena serê xwe tev nagere; kesayetiyên wekî Ilham Ahmed, Zaxo Zagros, Sipan Hamo û Bahoz Erdal li pişt kesayeta Mazlum Abdi veşartî ne.

Xaim Îlham ew kes e ku, li ser her platforma ku li DYE û Ewropayê derketiye, gotiye: “Em naxwazin Sûriyê parçe bikin; em dewletekê naxwazin; em federalîzmê naxwazin.” Digel ku heta îro Kurdên li Rojava tu garantiyên destûrî bi dest nexistine, Îlham Ehmed a ku ji welatekî diçe welatekî din û bi gotina ’em tiştekî naxwazin’ bang dike û vê siyaseta bê daxwaziyê dişopîne, yek ji aliyên sereke ye ku berpirsiyar e ku Rojava di ber rehma Şamê de maye.

Di danûstandinên bi Dimeşqê re, mijara ‘nasnameya Kurdî û mafê Kurdan ê xwerêveberiyê’ ewqasî hatiye paşguhkirin ku Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî li Rojava wiha şirove dike: ‘Xwendekaran heta niha bi Kurdî axivîne; xwendekarek nikare ji nişka ve derbasî Erebî bibe. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Ev di nav pergalê de pirsgirêkan çêdike. Pêşeroja akademîk û perwerdehiya zarokan dê bi awayekî neheq zirarê bibînin”.

Yanî ji bo Îlham xanimê meseleya perwerdehiya kurdî ne mafekî hebûnê yê gelan an jî mafê netewebûnê ye, lê belê mijareke notên dibistanê yên zarokan e!

Heman zîhniyet di warê nûnertiyê de jî diyar e. Li gorî peymana ku bi Dimeşqê re hatiye kirin, Ilham Ahmed dê di Parlamentoya Sûriyê de bibe endama komîteyekê; bi gotineke din, ew ê bibe parlamentereke ji aliyê rejîmê ve hatî tayînkirin. Ewên ku berê dema endamên ENKSê li Hesekê ji bo Parlamentoya Sûriyê hatin hilbijartin gotibûn “çûna vî parlamentoyî xiyanet e”, niha tayînkirina xwe wek “serkeftinekê” pêşkêş dikin. Ilham Ahmed ewqas bi vê mijarê re mijûl e ku ew ji mafên kolektîf ên Kurdan zêdetir behsa wê yekê dike ka dê di kîjan komîteyan de cih bigire.

Lêbelê, dijberiya rastîn li vir e: bi salan, rêveberiya Rojavayê li gorî paradîgmaya Ocalan konsepta ‘dewletê’ şermezar dikir. Li gorî nêrîna wan, dewlet xerabî bû, bêdewletî azadî bû, û ji ber vê yekê diviyabû Kurd daxwaza dewletekê nekin. Xanim Îlham jî bi salan parêzvaniya vê vegotinê kir.

Nexwe, îro em di çi rewşê de ne?

Mazlum Abdi li ser rêya bûna Cîgirê Serokê Komara Erebî ya Sûriyê ye; Ilham Ahmed jî, di vê navberê de, li parlamena heman wê dewletê li ser rêya tayînkirî ye… Û ew hewl didin vê yekê wekî ‘destkeftiyekê’ pêşkêşî me bikin. Ma ne diviyabû dewlet xerab be? Nexwe hûn di nav dewleta Sûriyê de çi dikin?

Xanim Ilham, bêyî ku hewce bibîne vê dijberiyê veşêre, di hevpeyvînekê de wiha dibêje: “Rewşa ku em niha tê de ne, rewşeke beşdarbûna di dewletê de ye. Em ê êdî li derveyî vê dewletê nemînin. Kurd niha li Sûriyê beşek ji dewletê ne.”

Bi kurtasî: ji bo Kurdan hebûna dewleta xwe ya serbixwe an federal “xirab û paşverû” ye, lê bûna welatî an karmendê sivîl ê dewleta Erebî ya ku ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye damezrandin, an jî dewleteke ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye avakirin, “azadî û destkeftî” ye!

Diyare Ilham Ehmed niha fêm kiriye ku hêz li ku ye; ji ber vê yekê bi zanîna baş a bandora biryarder a dewleta Tirk li ser Sûriyê, Ocalan û PKK’ê, ew ji pesindayîna Enqerê û pesindayîna Ocalan paşde namîne.

Di encamê de;

Encama ku piştî 15 salên wêrankarîyê, bi hezaran şehîdan û êşûazarên bêdawî yên gelê Kurd kişandî qe nebe divya ba herî kêm xwedî statuyeke idarî-siyasî ban. Lê mixabin tişta ku hatiye bidestxistin, ne zêdetirî çend kursiyan li parlamentoya Şamê, parsakî ji bo zimanê Kurdî û di asta penaberiyê de hinek mafên takekesî ye.  Yên ku digotin “em li dijî dewletê ne” rê li ber bidestxistina statuya Kurdan digirtin. Niha entegrebûna rejîma Komara Erebî ya Sûriyê wekî serkeftinê nîşan didin. Divê raya giştî ya Kurd ew binketina mezin ya li Rojava hatiye jiyan kirin, bi çi hincet û manîpulasyona qebûl nekin. Divê raya giştî ya Kurd yên ev binketina mezin anî serê Kurdan binase û ji wan hesabê bipirse.