Dastana xwîna 22 hezar keç û xurtên kurdan li koçka Şamê bi dawî bû

Entegrasyon-net

Entegrasyona ku Abdulla Ocalan li ser Rojava Kurdistanê feriz kirî, şeva derbasbûyî di merasîmeke hêja de li koçka seroktîya Sûryê li Şamê bi dawî bû, Generalê Generalan bi cilên efendîyan derket stêcê wî got: “Em Sûryeyeka ewle û yekbûyî diparêzin” û çîroka Rojava wisa bi dawî kir.

Rojava Kurdistanê li himberî derfetek zêrîn bû wexta şorşa Sûryeyê li dijî rejîma Esed destpêkirî, lê PKKe her di zû de xwe da alê Rejîmê û li dijî kurdan tevgerîya û şorişa ku li Rojava destpêkirî tepisand, vê rêxistinê pêş rejîmî ve û bi piştgirîya dewleta Îranê nehişt Rojava bi bayê azadiyê şad bibe.

Diyarîya Ocalan bo parastina yekparçeyî ya Sûryeyê

Bi derbasbûna 1-2 salan û tevî çeteyên Bereya Nusre û piştre terora DAIŞê, Rojava  Kurdistanê bi xwîna 22 hezar keç û xurtên kurdan hat parastin, PKKê ew di çarçûveya yekîneyên leşkirî de li jêr navên YPGe, YPJe û paşê HSDe bi rêxistin kirbûn, van xurtên Rojava bi ruh û canê xwe, xwe fedayê warê xwe kirin ji bo ku neyê dagirkirin, lêbelê PKKê û Abdulla Ocalan nerîneke din hebûn!.

Bi nemana rejîma Esed careke din deriyên derfetên dîrokî li pêşîya Rojava hatin vekirin, dîsan jî yên ku ew derfet ji dest Rojava birîn PKKe û Ocalan bûn.

Ocalan hêviyên serxwebûna Rojava têkbirin

Ocalan bi banga xwe ya 27 Sibata 2025ê her tişt bo Tirkiyê hişt, tevî soza hilweşandina PKKê, wî soza hilweşandina statoya li Rojava jî bi Erdogan, Bahçeli û dewleta Tirkiyê da û jê re got: “Emê nehêlin Sûrye parçe bibe”.

Tevî bertekên şermînok yên Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê, lê fermana Ocalan ji van bertekan mezintir bûn û “Entegrasyon” ango tevlîbûna hemealî ya hêzên kurdan bi artêşa erebîya Sûryeyê re û heliyana gel ya di nava civaka erebî de li jêr navên civak û Sûryeya demokiratîk hat feriz kirin.

Vê entegrasyonê çi tiştek kir? Bi hezaran xurt û keçên kurdan bo paradîgma Apo feda kirin, Mezlûmê general jî Rojava Kurdistanê ji bo koledariyê û entegrasyonê firot û li şeva derbasbûyî bi fermî dawî li çîroka azadî û serxwebûna vê perçeya welat anî.

Xemgînîya Şahîn Cîlo bala medyaya kurdî kêşa

Tişta balkêş û cîhê xemgîniyê eve ku ji duh ve medyaya kurdî, her wiha hin şîrovekarên siyasî û li sosiyal medyayî jî şîrove û axaftinên wan li ser dêm û rûyê Mezlûm Ebdî ne, wan pirr şîrove û axaftin li ser zimanê cesteyê Generalî kirin û dgotin û di nivîsandin: heyf û mixabin ew çi qas xemgîne!!, lê ya rast Mezlûm Ebdî ango Şahîn Cîlo jî beşekî vê pîlana Ocalan bû û ew bi ti awayî naxwaze û nikare jî ji bin telîmat û fermanên Ocalan derkeve.

Rêxistina PKKê 48 saln tenê mala kurdan talan dike, tenê kurdan dikuje û tenê wan înfaz dike, 48 saln netenê ti destkeftî bo kurd û Kurdistanê çênekirin, lê destkeftiyên heyî jî û yên ku wan bi xwîna hezara xurt û keçên xwe destxistîn ji dest birin û hilweşandin.