Gelo PKK hêzên xwe yên leşkerî li gorî berjewendiyên dewleta Tirk bi cih dike?

Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya li hemberî PKKê dest pê kirî û piştî ku Abdullah Öcalan di 25ê Sibatê de PKK fesih kir, nîqaşên li ser vê yekê dest pê kirin ku ka dê rewşa hêzên leşkerî yên PKKê bibe çi. Gelek şîrove hatin kirin. Yek ji van şîroveyan jî ji aliyê malpera The National Context ve hat kirin. Li gorî rapora ku malperê amade kiriye, PKKya ku hat fesihkirin û ji xwe re dibêje tevgera Apoyî, xwe li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ji nû ve bi cih dike.
Malpera National Contex derbarê hebûna PKKê li ser sînorê Îranê de wiha dibêje: “Her çend ji PKKê dihat hêvîkirin ku çekên xwe deyne û ji baregehên xwe yên li ser sînorê Iraq-Tirkiyeyê wekî beşek ji pêvajoya aştiyê bi Tirkiyeyê re vekişe jî, rêxistin û avahiyên girêdayî wê bi bêdengî lê bi awayekî berbiçav pozîsyona xwe li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser sînorê Îranê, xurt dikin. Wisa dixuye ku li şûna vekişînê, PKK binesaziya xwe ya leşkerî ber bi başûr ve diguhezîne û dibe aktorê çekdarî yê herî bibandor li beşek girîng a sînorê Herêma Kurdistanê bi Îranê re.
Nîşaneya dawî ya vê yekê, nûçeyên li ser kolandina tunelên nû yên li derdora Helebceyê ji aliyê PKKê ve bûn. Ev herêma ku cîrana bajêrê kurdî yê Îranê Pavehê ye, di van demên dawî de bi çalakiyên çekdarî yên li dijî Pasdaran (IRGC) hat rojevê. Eger ev agahî bêne piştrastkirin, ev yek balê dikişîne ser qonaxeke nû ya stratejiya berfirehbûna ber bi başûr ve ku zêdetirî deh salan e berdewam dike.
Bi rastî jî ev berfirehbûn li ser rêgezek diyar meşiya. PKKê, ji Çiyayên Qendîlê ku bi salan e navenda wê ya sereke ye dest pê kir, pêşî ber bi Qeladizê, piştre ber bi Çiyayên Aşosê û herêma Mawetê ku îro bûye yek ji navendên herî girîng ên PJAKê, belav bû. Ji wir ber bi Pêncwînê ve çû. Zêdetir li başûr, li derdora Seyîd Sadiq jî nûçe li ser hebûna rêxistinê derketin. Di dawiyê de hat ragihandin ku li derdora Helebceyê torên tunelan ava dike.
Her çend di navbera van xalan de valahî hebin jî, ew hemî bi rêzeçiyayek bênavber ve girêdayî ne ku ji Qendîlê ber bi başûr ve li ser sînorê Îranê dirêj dibe. Ev ji bo PKKê korîdorek xwezayî peyda dike ku ew dikare bi azadî li ser axa çiyayî bigere bêyî ku hewce bike ku li her xalê baregehên daîmî ava bike.
PKK di dema ku bi Tirkiyeyê re li hev tê, li ser sînorê Îranê bi bêdengî hêzdar dibe
Ev guherîn bala mirov dikişîne, ji ber ku bicihbûna PKKê ya li ser xeta Silêmaniyê geşedaneke nisbeten nû ye. Dema ku rêxistinê di salên 1980î de li dijî Tirkiyeyê dest bi têkoşîna çekdarî kir, kampên wê yên li Herêma Kurdistanê hema hema bi temamî li herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê bûn. Pêşî li Heftanînê, paşê li Amêdiyê û herêma Xakurkê ya Hewlêrê bi cih bû; di salên 1990î de jî li Çiyayên Garê û Qendîlê baregehên daîmî ava kirin. Beşek mezin ji van qadan wê demê di bin kontrola PDKê de bûn.
Stratejiya leşkerî ya Tirkiyeyê ku bi derbasbûna demê re guherî, ev tablo gav bi gav guherand. Enqereyê, li şûna operasyonên derbaskirî yên derveyî sînor, li Herêma Kurdistanê dest bi ava kirina baregehên leşkerî yên daîmî kir û PKK gav bi gav ber bi başûr ve pal da. Lêbelê xala sereke ya guherînê bi piranî piştî agirbesta di sala 2011an de di navbera Îran û PJAKê de pêk hatî çêbû. Berfirehbûna herî lez a rêxistinê ya ber bi başûr ve ji sala 2012an pê ve rû da.
Ev serdem di heman demê de di nav YNKê de bi guherîneke girîng a desthilatdariyê re hat hemberî hev. Piştî nexweşiya Celal Talabanî, bandora Lahûr Şêx Cengî ya li ser avahiya ewlehiyê zêde bû. Tam di vê pêvajoyê de peywendiyên di navbera YNK û PKKê de hêdî hêdî veguherîn hevkariyeke stratejîk û ev rewş rê da ku PKK li herêmên di bin kontrola YNKê de bi rihetî belav bibe.
Dibe ku herêmên ku li vir hatine hejmartin, hebûna rastîn a rêxistinê bi temamî nîşan nedin. Carinan nûçeyên li ser hebûna PKKê li derdora Kelarê û heta Çemçemalê jî hatin belavkirin. Lêbelê, bi taybetî çêkirina sîstematîk a tunel û xetên parastinê li ser dirêjahiya sînorê Îranê, ji geşedanên din pir bêtir balê dikişîne.
Gava rêxistin ber bi aşitiya bi Tirkiyeyê re diçe, pêşengiyên wê yên stratejîk jî diguherin. PKK êdî li şûna tevgereke serhildêr ku balê dikişîne ser Tirkiyeyê, zêdetir dişibihe avahiyeke ku ber bi Îranê ve ye. Di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de tê hêvîkirin ku rêxistin hemû çeperên xwe yên li ser sînorê Tirkiyeyê vala bike. Beşek mezin a Heftanîn, Amêdî û Xakurkê jixwe defacto di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de ye. Tenê hin beşên Garê û Xakurkê mane; tê hêvîkirin ku dema pêvajo pêş ve biçe ev jî werin valakirin.
Eger ev pêk bê, erdnîgariya leşkerî ya PKKê dê ji bingehê ve bête guherîn. Hebûna wê ya li ser sînorê Tirkiyeyê dê bi rengekî mezin bi dawî bibe; binesaziya leşkerî ya mayî ya rêxistinê jî dê hema hema bi temamî li ser sînorê Îranê kom bibe.
Xaleke din a ku bala mirov dikişîne ev e ku Tirkiye li ser vê berfirehbûna ber bi başûr ve bêdeng dimîne. Di medyaya Tirk de nûçeyên li ser pêvajoya aşitiyê timî balê dikişînin ser valakirina kampên li ser sînorê Tirkiyeyê, di heman demê de tu nîşan tune ku Enqere daxwaza valakirina herêmên wekî Aşos, Mawet, Pêncwîn an Helebceyê dike. Ev yek nîşan dide ku dibe ku pêşîniya Tirkiyeyê ew be ku ewlehiya sînorê xwe misoger bike û xeta sînor bi hebûneke leşkerî ya daîmî kontrol bike, ne ku bi tevahî PKKê ji Herêma Kurdistanê derxîne.
Di heman demê de başbûna bi lez a peywendiyên di navbera Tirkiye û YNKê de jî balê dikişîne. Hevdîtina Serokê MİTê ya beriya demeke kurt li Silêmaniyê bi Bafıl Talabanî û Qubad Talabanî re, û paşê hevdîtina Qubad Talabanî li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan re mînakên herî diyar ên vê yekê ne. Tê axaftin ku her ku pêvajo pêş ve biçe, dibe ku Bafıl Talabanî bi Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan re jî civînekê pêk bîne.
Zêde muhtemel nîne ku ev têkilî derveyî agahiya PKKê hatibin meşandin. Her çend YNK û PKK rêxistinên cuda bin jî, bi salan e qadên berjewendiyên wan bi piranî li ser hev in. Geşedanên dîplomatîk ên dawî jî dide fêmkirin ku li şûna qutbûna di navbera her du avahiyan de, herî kêm têgihiştin û koordînasyona dualî heye.
Li eniya Îranê jî geşedanên balkêş rû didin. Bi awayekî kevneşopî dihat fikirîn ku hem YNK hem jî PKK nêzî Tehranê ne. Lêbelê di van demên dawî de her du aktoran li dijî Îranê xeteke tundtir pejirandin. Di dema ku PJAK dîsa bi Pasdaran re dikeve pevçûnan de, Bafıl Talabanî jî piştî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, Tehran eşkere bi êrîşkarî û destdirêjiyê sûçdar kir.
Hêj nediyar e ku ev guherîneke taktikî ya demkî ye an destpêka veguherîneke stratejîk a berfirehtir e. Lê belê wisa diyar e ku YNK û PKK di mijara Îranê de bi rengekî mezin hevpar tevgeriyanê berdewam dikin. Tevlî ku rêxistinên cuda bin jî di deh salên dawî de polîtîkayên xwe bêtir li hev anîn. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya van her du avahiyan a li hemberî Îranê, ji PDKê ku xwedî pêşengiyên cuda ye, cuda bête nirxandin.
Digel vê yekê, tu nîşaneyên bihêz tune ne ku ne YNK ne jî PKK parçeyek ji planeke navneteweyî ya berfirehtir in ku armanca wê rûxandina rejîma Îranê ye. Helwestên wan bêtir dişibin ya Tirkiyeyê: Îraneke lawaztir dibe ku bi kêra wan bê; lê belê ew naxwazin ev yek bi rêya pêvajoyeke guherîna rejîmê ya ku ji aliyê Îsraîlê ve tê piştgirîkirin an jî bi destwerdana derve pêk were. Ev yek jî wan ji îdiayên spekulatîf ên ku dem bi dem tên rojevê cuda dike.
Tişta balkêş ev e ku PDK jî, ku dîrokî wekî xwedî peywendiyên nêzîktir bi Îsraîlê re tê dîtin, ji ketina pevçûneke rasterast a bi Îranê re dûr disekine. PDK di şûna ku li gorî armancên Îsraîlê tevger bike de, hewl dide balansên herêmî biparêze. Ji ber vê yekê cudahiya bingehîn a di navbera partiyên Kurdî de ne xwestin an nexwestina pevçûna bi Îranê re ye; lê ka ew peywendiyên xwe yên bi hêzên herêmî re çawa bi rêve dibin e.
Pêvajoya aştiyê dikare ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê her weha ji bo paşeroja PKK’ê jî xwedî encamên dîrokî be. Heta eger rêxistin têkoşîna xwe ya çekdarî li Tirkiyeyê bi dawî bike û tevlî siyaseta qanûnî bibe jî, dibe ku dev ji rola xwe ya wekî aktorekî herêmî bernede. Bi veguhestina binesaziya xwe ya leşkerî bo sînorê Îranê ji bo parastina kûrahiya xwe ya stratejîk, ew dikare di heman demê de di siyaseta Tirkiyeyê de veguhere aktorekî rewa.
Bi vî awayî, PKK dê ne tenê rêxistineke çekdar a berê be, ne jî partiyeke siyasî ya sade be. Li şûna wê, ew dikare veguhere avahiyeke hîbrîd ku hem beşek ji sîstema siyasî ya Tirkiyeyê be û hem jî bandora xwe li derveyî sînorên wê bidomîne. Bi vî awayî, ew dikare bi Enqerê re têkiliyeke nû deyne bêyî ku hemû hêza xwe ya stratejîk winda bike.
Ev rewş dikare hin avantajên ji bo Tirkiyeyê jî pêşkêş bike. Li şûna ku PKKyê bi temamî ji holê rake, Enqere dikare wê di nav nîzamê nû yê herêmî de bihewîne. Di encamê de, aktorek ku wê demeke dirêj wek gefeke ewlehiyê dihesiband, dikare veguhere avahiyeke siyasî ya nû ku berjewendiyên wê bi aramiya herêmî ve girêdayî ne. Di heman demê de, Tirkiye dikare bi rêya aktorên Kurd ên ku berjewendiyên wan her ku diçe zêdetir bi yên wê re li hev tên, qadeke bandora nerasterast bi dest bixe.
Heke ev nirxandin rast be, pêvajoya aştiyê ya niha dê ne tenê dawiya pevçûneke ku zêdetirî çil salan e berdewam dike, be. Di heman demê de dê balê bikişîne ser veguherîneke dîrokî ku avabûna nû ya siyaseta Kurdî ya herêmî dabîn dike. PKK dê ji tevgereke gerîla ya ku sînorê Tirkiyeyê wekî xala xwe ya sereke didît, veguhere aktorê transneteweyî yê ku navenda giraniya xwe guhertiye sînorê Iraq-Îranê, û di heman demê de di nav sîstema siyasî ya Tirkiyeyê de jî cihekî digire.