Şikestina Siyaseta Kurdî: Rojava, Bakurê Kurdistanê û Nûveavakirina Razîbûnê

Şikestina Siyaseta Kurdî: Rojava, Bakurê Kurdistanê û Nûveavakirina Razîbûnê

Di 25ê Tebaxê de, Mazlum Ebdî li qesra Serokkomariyê ya Şamê ragihand ku “HSD hatiye hilweşandin û serdemeke nû dest pê kiriye.” Demildest piştî vê yekê, Mazlum Ebdî wekî şêwirmendê Serokkomarê Sûriyeyê hate erkdarkirin. Ev daxuyanî û awayê erkdarkirina wî, di bingeh de hêrs û bertekeke mezin di nav Kurdan de derxist holê; ji ber ku pêvajoya ku wekî “Şoreşa Rojava” dihat binavkirin bi vî şêwazî bidawî bû.

Ji bo cara yekem di sedsala dawî de, Kurdan piştgiriyeke ewqas xurt ji bo beşekî Kurdistanê nîşan dabû. Her Kurdekî li her çar perçeyên Kurdistanê Rojava hembêz kir. Ciwanên ji Başûr, Bakur û Rojhilat çûn li Rojava şer kirin; her çar perçeyên Kurdistanê şehîd dan û Kurd li her derê ji bo Efrîn û Serêkaniyê rabûn ser piyan. Rojava hêviyeke mezin bû. Bêguman, ev xala ku piştî 15 salan gihîştiyê, xeyalşikestinek û hêrseke mezin çêkir; tam mîna wê hêvî û piştgiriya mezin a berê.

Berteka Kurdan a li hember tiştên ku li Rojava diqewimin mafdar û guncaw e. Hemû rexneyên ku tên kirin watedar in û ji hestên welatparêziyê derdikevin. Di rastiyê de, Kurd ji sala 2025an pê ve bi şikestin û trawmayeke kûr re rûbirû mane.

Gava yekem a vê şikestinê Bakurê Kurdistanê ye. Piştî şerê xendekan ê PKKê, Bakurê Kurdistanê bi rastî jî bi bêhêvîbûn û teslîmiyeteke kûr re rûbirû ma. Lêbelê, hilweşandina rêxistinê ji aliyê Ocalan ve di sala 2025an de —bêyî ku ji bo Kurdan garantiyên destûrî bixwaze an jî bingehekê ji bo danûstandinê pêşkêş bike— ev teslîmiyet veguhert hêrs û şikestineke hên kûrtir. Gelê Bakurê Kurdistanê 47 salan bi zanebûn li dora PKKê civiya. Bi pêngava 15ê Tebaxa 1984an re, ew 41 salan li dora PKKê kom bûn; bi wê bawerî û soza ku azadî dê bi têkoşîna çekdarî were bidestxistin.

Di dawiyê de, tiştek nehat bidestxistin.

Gava duyem a şikestinê Rojava ye. Wekî ku li jor hate gotin, hemû Kurdan hêviyeke mezin ji Rojava dikir; bawer dikirin ku piştî Başûrê Kurdistanê, Rojava dê çarenûsa bêdewletbûna Kurdan bişkîne. Lêbelê Rojava, bi pêvajoyeke entegrasyonê ya bêaqil ku mirov nikare heta dibêjiyê “teslîmiyet” jî, hate tunekirin. Encam ji bo Kurdan binkeftineke pir mezin bû. Ev her du pratîk dê bandoreke girîng li ser niha û pêşeroja Kurdan bikin. Bêguman, ji ber ku her du pêvajo bi destê PKKê hatine organîzekirin, hemû çav li ser PKKê ne û divê hesab ji PKKê bête pirsîn.

PKK, ji ber ku belavbûn û trawma kûr a di nav gel de dibîne û ji qutbûna girseyan ditirse, destpêşxeriye piralî û pêngaveke propaganda-ajîtasyonê daye destpêkirin. Bi rastî, wekî ku fikirmendê navdar Noam Chomsky bi awayekî rast rave kiriye, kampanyayeke mezin daye destpêkirin da ku “razîbûna civakî” (manufacturing consent) çêbike. Kadroyên pêşeng û payebilind ên PKKê, mîna Karasu û Bayik, qet behsa vê mijarê nakin; mîna ku ti têkiliya wan bi tiştên qewimîn re tune be. Lêbelê nivîskar, hunermend û kesayetên medyaya civakî yên nêzîkî PKKê nêzîkatiyeke rêxistinkirî li hember vê mijarê girtine ber xwe. Ev propaganda bi bingehîn li ser sê baskan tê kirin:

Bi tundûtûjiyê bêdengkirin: PKK êrîşeke berfireh dide destpêkirin û gefê li kesên ku rexne dikin û hewl didin rastiyê eşkere bikin dixwe. Li gorî PKKê, her kesê ku van pratîkan û pêvajoya tasfiyeyê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê rexne bike, xayîn e.

Çêkirina razîbûna siyasî: Hewldana wan a duyem ew e ku ji bo bûyeran ravekirineke qaşo siyasî û herêmî bikin û mirovan razî bikin ku tiştê qewimî zerûriyetek bû. PKK bi yek devî dibêje: “Şert û mercên navdewletî destûr nedan; li Rojava dê komkujî çêbibûya; van gavan pêşiya komkujiyê girt; serdemeke nû ya têkoşînê dest pê kiriye; werin û dîsa li kêleka me têkoşînê bikin.”

Mêtingeriya hest û şehadetê: Her ku dûrketina giştî û dijberiya li hember PKKê zêde dibe, PKK berê xwe dide manîpulekirina hestyarî û siyasetkirina li ser şehadet û şînê. Di demên dawî de, navên bi sedan ciwanên ku di pevçûnên salên 1990î de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek tên weşandin û merasîmên şînê li dora vê yekê tên lidarxistin. Xemgîniya malbatan a ji ber windakirina zarokên wan rast e, lê PKK vî hewayê hestiyar ji bo veşartina binketinên xwe bi kar tîne. Xem û şîna gel ji bo PKKê dibe amrazê konsolîdekirina girseyan.

PKK û Siyaseta “Akvaryumê” ya Dewleta Tirk

Dewlet, hem bi veşartî û hem jî bi eşkereyî, piştgiriyê dide siyaseta sêalî ya “çêkirina razîbûnê” ya PKKê. Dewlet jî mîna PKKê ji wê yekê pir ditirse ku Kurd ji PKKê dûr bikevin. Ji ber ku dewlet PKKê wekî “akvaryumekê” bi kar tîne ku Kurd li dora wê bicivin. Di dawiyê de, “Heke hemû masî di akvaryuma te de bin, wê çaxê hemû masî yên te ne.” Ji ber vê sedemê, dewlet rawestana Kurdan a li derveyî akvaryumê û ketina wan a nav qadên rewşenbîrî û siyasî yên serbixwe wekî xetere dibîne. Armanca sereke ya dewletê ew e ku Kurdan di bin yek gotar û navendekê de kontrol bike; nemaze civandina di bin sîwana “nasnameya jorîn a Tirkbûnê” de stratejiya sereke ya dewleta Tirk e.

Ji ber vê sedemê, dewlet ji bo kadroyên PKKê azadiya xebatê ya bêsinor pêşkêş dike. Veysi Aktaş û Çetin Arkaş, ku wekî endamên sekreteriya Îmraliyê tên nasîn, li her devereke ku Kurd lê dijîn mîna mîran tên pêşwazîkirin. Ew dikarin rojane şaredar û serokên partiyên siyasî yên ji Amedê heta Stenbolê bicivînin.

Herwisa, dewletê kampanyayeke medyayî jî daye destpêkirin. Nivîskar û karîkaturîstên Tirk hewl didin Kurdan îqna bikin ku her tişt “ji bo başiya Kurdan” e. Kesên mîna Ruşen Çakir û Tugçe Tatarî êrîşî wan Kurdan dikin ku PKKê rexne dikin. Cengîz Çandar, parlamenterê Partiya DEMê û bavê fikra Neo-Osmanîzmê, daxuyaniyên tund dan Kurdên ku pêvajoyê rexne dikirin û got: “Çi ji we re? Heke hûn jê hez nekin, çiya li benda we ne, hûn dikarin biçin.”

Di encamê de, Kurd li ser xaçerêyeke mezin in:

Li aliyekî, vebijarka paşvekişînê piştî hemû qurbanî, xiyanet, teslîmiyet, hilweşîn û bêhêvîbûnê;

Li aliyê din jî, vebijarka berdewamkirina jiyana di akvaryuma PKKê de û razîbûna bi jiyaneke bindest û bêwate.

Bi rastî, her du rê jî di demeke dirêj û kurt de tê wateya asêbûna di navbera dewlet û PKKê de. Ji ber ku qebûlkirin tê wateya “entegrebûna di polîtîkayên heyî de ku Kurdan red dikin”; ji aliyê din ve, bêhêvîbûn jî tê wateya paşvekişînê û gotina “tiştekî din tune ku bête kirin”, ku ev jî hiştina qadê ye ji bo entegrasyonparêzan.

Ji ber vê yekê, dîtina rêyeke sêyem a rastîn li dijî vê tevahiya pêvajoyê, yekane rêya rast a Kurdan e. Ev jî erka her kesekî welatparêz e û nîqaşeke kûr hewce dike. Lêbelê, pirsgirêka sereke li vir ew e ku divê Kurd bibînin ku mîsyona ku PKKê 50 sal in dilîze û ew bêhêvîbûn û şikestina ku di nav Kurdan de çêkiriye, ne tesadufî bûne.