Mustafa Karasu ku yek ji rêveberên PKKê ye, ji televîzyona Medya Haberê re ku li Ewropayê weşanê dike axivî. Mustafa Karasu di axaftina xwe de ev îfade bi kar anîn: “Em dixwazin biçin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk bikin. Em dixwazin bibin parçeyek ji têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê.”
Yek ji rêveberên PKKê Mustafa Karasu di hevpeyvîna xwe ya ku îro hat weşandin de di derbarê pêvajoya çareseriyê ya di navbera dewlet û PKKê de, hevdîtinên ligel Abdullah Ocalan, notên hevdîtinê û gelek mijarên din de îfadeyên nakok bi kar anîn. Karasu her wiha di derbarê yasaya “Bihêzkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekîtiya Civakî” ku di 10ê Tebaxa 2026an de di TBMMê de hatibû qebûlkirin de jî îfadeyên nakok bi kar anîn; ji aliyekî ve got pejirandina rêberiya me tune ye, ji aliyê din ve jî got di cîbcîkirina yasayê de Ocalan jî dê di komîsyonan de cih bigire.
Çend sernavên berçav ji hevpeyvîna Mustafa Karasu evin:
Em dixwazin biçin Tirkiyeyê
Karasu diyar kir ku li derveyî çarçoveyê hiştina nêzîkî 800 rêveber û kadroyan yek ji mijarên bingehîn ên pêvajoyê ye ku divê bête çareserkirin. Karasu anî ziman ku nêzîkatiyên berteng ên wekî “Kî dê were, kî dê li derve bimîne” dikarin pêvajoyê zehmet bikin û tekez kir ku divê paşeroja kesên li derveyî çarçoveyê li ber çavan bête girtin.
“Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk bikin”
Karasu li dijî formûlên gengaz derket ku kadroyên PKKê li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Hewlêr û Silêmaniyê di nav kampan de bihêlin.
Karasu diyar kir ku ew nêzîkatiyeke wiha nas nakin û got ku armanca wan ne ew e ku kadro li kampan de bimînin, ew dixwazin vegerin Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk birêve bibin.
Di yasayê de dîtinên me nehatin berçavgirtin
Mustafa Karasu di derbarê yasaya ku derketî de got: “Di vê yasayê de dîtinên Rêberiyê jî, dîtinên me jî zêde nehatin berçavgirtin.” û got ku ew vê yasayê ne qebûl dikin ne jî red dikin. Ev daxuyaniya nakok a Karasu bû sedema nîqaşê.
Pêvajo dimeşe û komîsyon bo çekdanînê li Herêma Kurdistanê xebatê birêve dibe. Di rewşeke wiha de ku PKK di mijareke ewqas girîng de dibêje ‘me yasa ne qebûl kiriye ne jî red kiriye’, wekî nêzîkatiyeke bêewlehî û bêberpirsiyarî hat dîtin.
Dê rewşa Kampa Mexmûrê çi bibe?
Yek ji daxuyaniyên dijber ên Mustafa Karasu, şîroveyên wî yên derbarê Kampa Mahmûrê de bûn. Karasu îşaret kir ku dibe Kampa Mahmûrê piştî ku gerîla jê derketin, were terikandin.
Karasu di axaftina xwe de got: “Gelê Maxmûr dikare biçe, lê ev yek yekser pêk nayê. Heke hinek pêşketin çêbibe, ev yek dikare were nirxandin û gotûbêjkirin.”
Di rewşa normal de divê destpêkê sivîl biçin, lê tê fikrîn ku sedema sereke a ku dihêle PKK’e kampa Mexmûrê bihêle dawiyê, tunelên mezin yên bin erdin ku PKK’ê li Mexmûrê kolane, PKK’e naxwaze heta dema dawiyê dest ji van tunelan berde.
Karasu di derbarê hevdîtinên ligel dewletê de çi got?
Her çend Mustafa Karasu helwestek wisa girt ku raya giştî şaş kir û rastiyên derbarê hevdîtinên wî yên bi dewletê û Ocalan re veşart, wî di rastiyê de bi awayekî nerasterast qebûl kir ku hevdîtinên wiha qewimîne.
Karasu di axaftina xwe de di mijara hevdîtinên ligel dewletê de jî îfadeyên nakok bi kar anîn. Ji aliyekî ve qebûl kir ku wan ligel rayedarên dewletê hevdîtin kirine, ji aliyê din ve jî daxwaza pêwendiyên zêdetir kir.
Çavkaniyên PKK’ê diyar dikin ku Duran Kalkan du caran, di 2’yê Sibatê û destpêka Tîrmehê de, çûye Îmraliyê, di heman dem de Cemil Bayık jî di destpêka Tebaxê de çûye Îmraliyê. Lê Mustafa Karasu hewl daye van hevdîtinan veşêre.
Karasu her wiha ew kesên ku notên hevdîtinê yên di navbera Abdullah Ocalan û şandeya Îmraliyê de belav kirine bi provokasyona pêvajoyê tawanbar kir. Karasu îfadeyeke zelal a wekî “Hevdîtin çênebû” an “Duran Kalkan neçûye Îmraliyê” bi kar neanî, lê rexne li kesên ku notên hevdîtinê weşandin girt.
Di nav gel de nêrîneke berbelav heye ku dibêje PKK hêza li pişt belavbûna wan notên civînê ye ku di medyayê de hatine parve kirin. Tê fikirîn ku PKK’ê ev notên civînê hem ji bo ku zextê li dewletê bike û hem jî ji bo ku bingeha xwe ya piştgiriyê bi gotina, ‘Binêrin, ev gav ne bêfeyde tên avêtin’ xurt bike belav kirine.