Dawî gotina PKKê û Tirkiyeyê derbarê pêvajoyê çî ye ?!

Turkey-PKK-ocalan-bahceli-ardogan-Info

Rêxistina PKKê ku biryara hilweşandina xwe û ragirtina çalakiyên leşkirî da ye, dewleta Tirkiyeyê bi paşguhkirina hewldanên aştiyê tawanbar dike û dibêje: Êrîş li dijî baregehên wan hêjan jî dewam dikin, Ardogan jî dibêje: Em ê bighîjin armanca xwe ya “Tirkiyeya Bê Teror”!!.

Rêxistina PKKê di daxuyaniya xwe ya herî dawîn de ku 29 Gulanê li ser zarê berdevkê xwe Zagros Hîwa parvekirbû, dewleta Tirkiyeyê bi paşguhkirina destpêşxeriya hilweşandina PKKê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî tawanbar kir.

Zagros Hîwa got ku tevî nîqaşên siyasî û civakî yên dijwar li Tirkiyeyê li ser biryarên PKKê, bertek tenê di nîqaşên teorîk de man e, wî destnîşan kir ku “nebûna bersivek fermî, siyaseta berdewama înkar û paşguhkirinê ya Enqerê nîşan dide”.

Derbarê operasyonên Tirkiyê de jî destnîşan kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê çalakiyên leşkerî didomîne.

Zagros Hîwa hişyarî da ku têkçûna pêvajoyê dê şansek dîrokî ji bo aştiya mayînde winda bike.

Her îro 1 Hezîrana 2025ê Tayib Ardogan serokkomarê Tirkiyeyê got ku ew ê bighîjin armanca xwe ya Tirkiyeya bê teror û piştre herêma bê teror!

Di 12ê gGulanê de, PKKê hilweşandina xwe ragihand, ku ev yek nîşana bidawîbûna zêdetirî 40 salên şerê çekdarî yê bê encamê PKKê yê bi Tirkiyê re ye.

Ev biryar di bersiva banga meha Sibatê ya damezrînerê PKKê, Abdullah Ocalan de hat, ku bang li endaman kir ku çekên xwe deynin û rêxistinê hilweşînin. Ocalan ev bang li ser daxwaza Dewlet Bahçelî ragihand.

Di gel vê yekê, wezareta parastinê ya Tirkiyê di destpêka vê hefteyê de diyar kir ku operasyonên leşkerî li dijî hêmanên PKKê li her derê dê berdewam bikin, di heman demê de ku hewldanên berdewam ji bo avakirina çarçoveyek hevbeş ji bo bêçekkirinê piştrast dike.