Nasnameya 3 gerîlayên din yên ku PKKê mirina wan veşartî aşkere bû

Rêxistina PKKê nasnameya 3 çekdarên xwe yên din aşkere kir ku berî 5 mehan li herêma Zapê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dabûn û mirina wan veşartî hiştbû.
HPGê li dawîya hefteya rabûrî nasnameya 3 çekdarên xwe yên bi navê kod: Ebas Baran, Lorîn Gever û Rewan Koçer aşkere kir ku li Çileya îsal 2025ê li herêma Zapê ketbûne ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bûn.
PKKê mirina van çekdarên xwe jî 5 mehan veşartbû û ji nû ve îro hatiye gotiye me ew wendakirine û em wan bi rêzdarî bibîr tînin!.
Di pesnê wan de PKKê ev çar çekdar bi milîtan û fedakarên Apo pênase kirine û got ku fedayê Apo bin.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan veşartî hiştiye.