Civîna Komîteya Navendî ya PDKê bi Serokatiya Barzanî 5 mijarên sereke gotûbêj kirin

Civina PDK

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 2ê Hezîranê, bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî û bi amadebûna endamên Komîteya Navendî û berpirsên liqan, civîna xwe ya berfireh li dar xist. Di civînê de pênc mijarên sereke hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniya ku piştî civînê hat belavkirin, civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê, serekê wan Barzaniyê Nemir û Kak Idrîsê herdem di bîr de, dest pê kir. Piştre çend pirsên girîng û rojane hatin şîrovekirin û gotûbêj li ser hatin kirin.

Mijarên sereke yên civînê ev bûn:

Pêwendiyên ligel Hikûmeta Federal:

Hat tekezkirin ku PDKê di qonaxa rûxandina rejîmê û avakirina Iraqa nû de roleke bi bandor lîstiye, lê mixabin beşek ji desthilatdarên Bexdayê bi zîhniyeteke dûrî federalîzmê û bi armanca vegerandina dewleta navendî, pişt li destûr û rêkeftinan dikin û qerta mûçe û bûdceya Herêmê wek zext bi kar tînin. Civînê piştgirî da helwesta Polîtbûroyê derbarê mûçeyan û helwesta partiyên Kurdistanî di civîna 31ê Gulanê de bilind nirxand, herwiha daxwaza çareserkirina kêşeyan û bidawîanîna van reftarên nedadmendane kir.

Pêwendiyên ligel Hêz û Aliyên Siyasî yên Kurdistanê:

PDKê baweriya xwe ya bi pirpartîtî û karê hevbeş û berpirsiyariya hevbeş anî ziman û behsa hewldanên xwe yên ji bo yekrêziya navmala Kurdistanê kir. Hat destnîşankirin ku hewldanên ji bo avakirina hevbendiyeke Kurdistanî ji bo hilbijartinên dahatû yên Encûmena Nûneran a Iraqê bêencam mane. Derbarê civîna dawî ya hevbeş a partiyên Kurdistanî ya ji bo gotûbêjkirina biryara neyasayî ya Wezareta Darayî ya Federal, hat gotin ku civîneke baş û serkeftî bû, tevî ku hinek aliyan vexwendin qebûl nekiribûn.

Serdan û Civînên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê û hevdîtinên wî yên ligel kesayetî û dezgehên wî welatî, wek karekî baş ji bo zêdetir bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de hat dîtin. Herwiha, rêkeftinên li ser kêlgehên gaz û petrolê yên di çarçoveya mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê de ne, ji bo geşepêdana aboriya Herêma Kurdistan û Iraqê bi sûd hatin zanîn.

Proseya Pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Komîteya danûstandinan a PDKê zanyarî û ronîkirinên pêwîst derbarê pêngavên vê proseyê de pêşkêşî civînê kirin. Berdewamiya pêngavên komîteya navborî bi mebesta pêkanîna kabîneya dehem di zûtirîn dem de bi pêwîst hat dîtin.

Proseya Hilbijartina Xula Şeşem a Encûmena Nûneran a Iraqê:

Komîteya Bilind a Serpereştiya Projeya Hilbijartinan tevahiya pêngav û amadekariyên ku hatine kirin û plan û bernameya dahatû ya komîte û organên PDKê derbarê vê proseyê de pêşkêş kir. Civînê plan û hewldanên komîteya navborî li gorî xişteya demî ya ku hatiye diyarkirin pesend kirin.