Şêwekarê Kurd Qerenî Cemîl koça dawî kir

Şêwekarê navdar ê Kurd Qerenî Cemîl, îro 3ê Hezîranê ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Qerenî Cemîl di sala 1954an de li bajarê Hewlêrê jidayik bûbû. Ew weke rewşenbîrekî mezin, hunermendekî jêhatî û kesayetiyekî hezkirî û rêzdar dihat naskirin. Tabloyên Qerenî Cemîl bi giştî rengvedana dîrok, çand û xwezaya Kurdistanê bûn.
Hunermendê koçkirî, di sala 1977an de bawernameya dîplomê ji Peymangeha Hunerên Ciwan a Bexdayê wergirtibû. Herwiha, di sala 1984an de kurseke salane ya lîtografiyê li Barselonaya Spanyayê temam kiribû.
Yekemîn pêşangeha xwe ya taybet di sala 1977an de li hola Dibistana Eyûbiyê ya Hewlêrê vekir. Piştre, pêşangehên wî yên taybet li Barcelona (1985), Almunecar (1988) û Valensiya (1991) yên Spanyayê hatin lidarxistin.
Di navbera salên 1972 û 2005an de, Qerenî Cemîl beşdarî zêdetirî 30 pêşangehên hevbeş û taybet li Bexda, Hewlêr, Îtalya, Barcelona, Almunecar, Valensia, Bruksel, Copenhagen, Holenda, Polonya û çendîn bajarên din ên cîhanê bûbû.