Nasnameya keçeke Alman aşkere bû, PKKê li Zapê daye kuştin

Kelly Freygang-PKk-Germeny-Info

Nasnameya çekdareke Alman a di nav PKKê de aşkere bû ku li Nîsana îsalê li Zapê hatiye kuştin, PKKê got: Ew gerîlayeka enternasyonalîst bû, jiyana li Almanyayê ji boy wê nexweş bû, ew bû heyrana Apo, loma jî berê xwe da rêxistinê!.

Rêxistina PKKê duh roja duşemî 2 Hezîrana 2025ê nasnameya çekdareke xwe ya Alman aşkere kir ku li 29 Nîsana îsalê li Zapê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest daye, mirina wê veşartî hişitbû û paş derbasbûna pêtirî mehekê ji nû ve mirina wê ragehand.

Ev keça Alman ya ku PKKê berê wê daye mirinê nave wê Kelly Fireygang ye, ew ji bajarê Hambûrgê ye, zanîngeha hiqûqê xwendiye, li sala 2022 tevlî rêxistinê bûbû.

PKKe dibêje: Wê jiyana riheta li Ewropayê lawaz dît, loma paradîgmaya rêberê me fêhim kir û ewil car tevlî rêxistina ciwanan bû, piştre PKKê.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên ku di sal û mehên berê de feda kirine parvedike, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezarin keç û ciwan man e ku PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.