Nakokiyên di konseya PKKê de derbarê biryara xwehilweşandinê aşkere bûn

Rêbertîya PKKê der barê hilweşandina rêxistinê û bicîh kirina banga Ocalan nakok e, hinek ji endamên konseya PKKê û kadroyên pêşeng li dijî kongreya xwehilweşandinê ne û vê gavê redikin û weke teslîmbûn dibînin.
Malperê El Erebî El cidîd belavkiriye ku ji ber hebûna nakokiyan di navbera kesayetên pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) de, li ser biryarên kongrey, banga Ocalan û xwehilweşandina partiyê, biryarên kongirey bi yek dengî nehatine girtin.
Destnîşan kir, hin kadroyên meydanê û yên siyasî yên PKKê gumanên xwe ji awayê hilweşandina partiyê û danîna çekan hene û red dikin.
El Erebî El cidîd ji zarê hinek çavkaniyên derdûra PKKê belav kiriye ku biryarên kongrey bi yekdengî nehatine girtin. Beşekî rêxistinê heye ku vê gavê red dike û wê wekî teslîmbûn dibîne, hinekên din jî bawer dikin ku ew biryar bilez bû û ne li beramberî ti garantiyan hatiye kirin.
Hat ragihandin, nakokî li ser awayê çekdanînê û garantiyê ye, kadroyên nerazî li wê bawerê ne ku hikûmeta Tirkiyê dê erkên xwe yên li hember Partiya Karkerên Kurdistanê bi cîh ne îne.