Nasnameya 2 gerîlayên din yên piştî kongreya PKKê ketine ber êrîşan aşkere bû

2-gerila-gulana-2025-net

Nasnameya du gerîlayên din yên PKKê aşkere bû ku piştî kongreya PKKê ya xwehilweşandinê ketine ber êrîşan û jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê îro roja çarşemî 11 Hezîrana 2025ê nasnameya du gerîlayên xwe yên bi navên kod Bawer Serhed û Welat Hêmin aşkere kir ku li 30 Gulana îsalê ango paş kongreya PKKê ya xwehilweşandê li herêma Zapê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

HPGê mirina wan jî 12 rojan veşartbû û ji nû ve îro ragihand ew wenda kirine.

HPGê di pesnê wan de gotiye ew milîtanên fedayî yên Apo bûn!.

Tevî pêvajoya aştiyê û xwehilweşandina PKKê, êrîşên dewleta Tirk hêjan jî li dijî PKKê li deverên Başûrê Kurdistanê dewam dikin, li gorî agahiyên destê me ji dema banga Ocalan ya 27 Sibata îsal 2025ê, nêzî 25 çekdarên PKKê bi êrîşên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da ne.