Hejmarek ji fermandarên spayê Pasdaran di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de hatine kuştin

Ajansa nûçeyan ya Tesnîm ragehand ku Îsraîlê çend mûşek avêtine Îranê û di encamê de çend fermandarên spayê Pasdaran û zanayên Etomîyê hatine kuştin.
Ajansa nûçeyan ya Tesnîm ragehand ku sibeha înê, 13ê Hezîrana 2025an, baregeha spayê Pasdaran li Tehranê û çend deverên din yên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Ajansê got ku fermandarê spayê Pasdaran Huseyîn Selamî, generalê Îranî Mihemed Baqirî, serokê zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê etomî Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
Di heman demê de Reuters ê ragehand ku şêwrmendê rêberê bilind Elî Xameneyî, Elî Şemxanî îro serê sibê di êrîşên Îsraîlê de bi giranî birîndar bûye.