Pizîşkiyan: Bersiva Îranê dê bibe sedem ku Îsraîl ji vî karê xwe yê Ehmeq poşman bibe

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro di axaftina xwe ya ji bo milletî da got ku “bersiva rewa û bi hêza Îranê dê bibe sedema ku Îsraîlê ji vê kiryara xwe ya bêaqil û ehmeq poşman bibe”.
Pizîşkiyan piştî ku Îsraîlê pêlek êrîşan li ser çend bajarên Îranê da destpêkirin, ji Îraniyan xwest ku “baweriya xwe bi serokatiya xwe bînin û li kêleka wan bisekinin”.
Îsraîlê sibeha îro roja înê êrîşên berfreh li ser Îranê dan destpêkirin, û îdîa kir ku wan saziyên etomî yên Îranê, kargehên mûşekên balîstîk, pergalên parastinê yên Îranê û serkirdeyên leşkerî yên navdar hedef girtine, û tekez kir ku ev “destpêka pêvajoyek dirêje ji bo pêşîgirtina li pêşixstina çeka etomî ya Tehranê ye” .
Ajansa enerjiya etomî ya navneteweyî, ji aliyê xwe ve, got ku rayedarên Îranê ew agahdar kirine ku ryaktora etomî ya Buşehrê nehatiye hedefgirtin, û destnîşan kir ku saziya etomî ya Fordowa jî “heta niha ji êrîşên Îsraîlê bandor nebûye”.