Îsraîlê çawa Îran xapand û darbeyek ewqas mezin lê da?

Îsraîlê çawa Îran xapand û darbeyek ewqas mezin lê da?

Îsraîlê di demekê de êrîşî Îranê kir û derbeyekî mezin lê da, ku hemû nîşan hebûn pêşveçûnek wisa çênabe û ew bi xwe jî plana Îsraîlê bû û Îran mijûl kir û xwe wekî tiştekî din nîşan da, lê li pişt perdê ve plan kir û plana xwe pêk anî.

Di vê navberê de, danûstandinên çekên nuklerî yên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam kirin, Amerîkayê jî bangeşeya bendewarî û aramiyê dikir, di heman demê de Îsraîl li navxwe mijûlê hilweşandina parlemento û qanûna leşkerî ya naçarî belav dikir. Ya herî girîng, endezyarê êrîşê di betlaneyê de bû, cîgirê serokwezîrê Îsraîlê ji rojnamevanan re got ku Netanyahu li Celîlê di betlaneya malbatî de ye, beşdarî daweta kurê xwe li bakurê welêt dibe.

Civînek dawî ya hikûmeta Îsraîlê jî li ser çawaniya berdana rehînên Îsraîlî yên ku ji hêla Hamasê ve hatine girtin sekinî. Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Demer dê serdana Dewletên Yekbûyî bike da ku bi Balyozê Dewletên Yekbûyî Steve Wetkov re bicive.

Gera şeşemîn a danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de li ser bernameya nukleerî ya Îranê jî di rê de bû.

Ji ber vê yekê, ev hemû xal nîşan bûn ku dê ti guhertin, bûyer an êrîşên leşkerî çênebin.

Lê li pişt perdê, wezîrên Îsraîlî bi serokwezîr re di civînê de bûn û biryara êrîşê pêk bînin danû razî bûn ku mijara êrîşê veşartî bimîne.

Ji bilî çend rayedaran, yên din plan û hûrguliyan li ser êrîşê nedizanîn.

Bi vî awayî, Îsraîlê Îran xapand û derbe lê da.

Ev ne cara yekem e ku wî bi vî rengî xapandinê çêdike. Herwaha plana kuştina Hesen Nesrullah de jî ew plan pêk anî. Netanyahu li New Yorkê bû, lê wî qebûl li wê derê pejirand ku plan pêkbê. Hefteyek berê, nûnerekî Amerîkî çû Lubnanê da ku ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê nîşan bide, lê  di wê demê de Îsraîlê di êrîşekê de Hesen Nesrullah kuşt.