Fermandar Delîl ji ber ku Kurdperwer bû, PKKê tasfiye kir

Delil-Temel-PKK-KCK-Fermandar-Info
  • Kurdo Bakûrî

Rêxistina PKKê nasnameya fermandarekî din yê xwe aşkere kir û îdîa kir ku ew li Qendîlê şehîd bûye, lêbelê ya rast ji ber ku ew kurdperwer bû û ji rêveberîya KCKê re nefret dikirin loma jî rêxistinê ew tasfiyekir.

Fermandarê HPGê yê bi navê kod Delîl Temel, navê wî yê dirist Hatîp Emîn e, ew ji Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye, piştî ku li Tebaxa sala 2021ê ji hêla PKKê ve hatiye tasfiye kirin, PKKê ji nû ve du rojan berê mirina wî îlan kir û got ku ew Delîl bi rêzdarî bi bîr tîne!!

Delîl kî ye, PKKê çi anî serê wî:

Delîl Temel, di sala 1992an de tevlî refên Gerîla bû, Delîl li gelek deverên Kurdistanê xebat û fedakarî kiriye, Delîl piştî demek dirêj hate saha Qendîlê, Ew sala 2004-2005 şandin Kelereş Ji bo xebatên PJAKê, Delîl li wir elaqê xwe bi jineke Gerîla Rojavayî re çêkir û ji hev hez dikirin.

Piştî demekê Delîl û ew jin ji hev dûr xistin, Şandin Rojava, di xebatê Rojava da bi Aldar Xelîl re rû bi rû yek hatin û Aldar Xelîl Ew ji rêveberiya KCKê Cemîl Bayik re Raport kir û ew Şandin Qendîlê, Delîl têkiliyên xwe bi wê jinê re qut nekirin, ji bo wê çendê jî Delîl di dewreyeke perwerdê re derbazkirin û ew bi girûpekê re Şandin xebatên Ermenistanê, bi qaçaxî girûp daxilî xaka Ermenistanê bûn.

Kadroyên PKKê yên li Ermenistanê ku ne di xwestin ew girûp bihêne cihê wan û ew vegerine Qendîlê, kadroyên berê li Ermenistanê ew ji istixbarata Ermenistanê re ixbar kirin, Dewleta Ermenistanê bi wan hesiyan ku wan ji boy bê xeber ketine nava xaka Ermenîstanê vana bigrin û teslimî Tirka bikin.

Lê Delîl û hevalên xwe, xwe li arazî veşartin û cewab dane rêxistina PKKê ya li Ermenistanê, Lê ev girûpa berê li Ermenistanê ne dixwestin vegerine Qendîlê, ji bo ku ne zivirin ew girûp ne keve cihê wan xiyanet li Delîl û hevalên wi kirin û gotine Girûpa Delîl û Hevalên wî me li gel berpirsyarên hikûmeta Ermenistanê axiftine ti kêşe ji bo we çênabe werin xwe radest bikin.

Delîl û hevlên wî çawa xwe radest dikin istxbarata Ermenistanê wan desteser dike û her yek ji wana 4 sal hikum dixwe, 3 sal û nîva di zindanaên Ermenîstanê dimîne û 2014ě tên berdan û wana dişinin Başûr,

Delîl li Kerkûkê li xebatên Başûr kar pê tê dan, heya Ku roja Kerkûk ketiye destê Heşda Şabî, Delîl û çend hevalên xwe di xwazin şer bikin lê Qendîlê biryar da û yê ji dervey rêxistinê şer bike xayîne, ew jî mecbûr dibin di bin kontrola Heşda Şabî li seyara siwar dibin qismek diçe Mexmûrê qismek jî derbazî herêmê dibin.

Delîl Kurd perwer û Kurdistanî bû, lê ew çend sal bû ji bo hezkiriya xwe li çiya dima, hezkiriya wî jî ew gîro dikir û di rêveberiya jinê de cîh digirt, em di karin bêjin Delîl di alî hezkiriya xwe de jî hat xapandin.

Delîl ji rêveberiya Qendîlê nefret dikir, gelek hevalên Kadro jî bi rewşa Delîl di hesiyan, heya sala 2021-22 ji Kerkûkê ji bo wacibekê gazî kiribûn bo Qendîlê, li wir dan kuştin, ji bo PKKê Şehîdbûna Delîl baştir bû ji veqetyana wî ji nava PKKê de.