Ocalan: Heger Îsraîl tevlî pirojeya min ya “Neteweya Demokratîk” bibe, dê pirsgirêka wê çareser be

Netewya-ocalan-info

Rêberê PKKê Evdilla Ocalan derbarê kirîza Îsraîlê dibêje: Heger Îsraîl tevlî pirojeya min ya “Neteweya Demokratîk” bibe, dê pirsgirêka wê çareser be.

Medyaya fermî ya PKKê duh roja yekşemî 15 Hezîrana 2025ê, nirxandineke rêberê xwe derbarê Îsraîlê parvekiriye ku tê de dibêje li pêşiya Îsraîlê 2 rê hene:

 Ya destpêkê; bi xeta heyî ji bo dewamkirina hegemonyayê wê herdem şer bike û veguhere împratoriyeke herêmî.

Ya duyemîn jî; xwe ji nava xeleka dijminan rizgar bike û tevlî pirojeya Yekîtya Neteweya Demokratîk bibe.

Ocalan dibêje: Riya duyemîn ewe, Îsraîl ji nava çembera dijminan ewa herdem xurt dikare derkeve, tevlî pirojeya Yekîtya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vî bingehî ji bo gav avêtinê dikare bibe xwedî însyatîf.

Derbarê Netewên Yekbûyî jî Ocalan gotiye: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtya Neteweyên Demokratîk bilez bê avakirin. Bi gotineke din: Li şûna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtya Neteweyên Demokratîk ya dinyayê bê pêk anîn.

Medyaya PKKê ev nirxandin ji pirtûka “Manîfestoya Şaristanya Demokratîk” ya Evdilla Ocalan girtiye, ew pirtûka ku bi tevahî ji fikir û ramanên fîlosofên navdar ên dinyayê hatiye dizîn.