PIJAK: Di cenga Îran û Îsraîlê da em gelê xwe bêy parastin nahêlîn, em amadene !!

Berdevkê têkiliyên derveyê PIJAK ê Zagrus Enderyarî derbarê cenga Îsraîlê û Îranê îro 17 Hezîrana 2025ê ji medyaya PKKê ANFê re axivî û got: Em dê gelê xwe bê parastin nehêlin.!!
Berdevkê PIJAK ê anî ziman ku ew aliyekî şerê Îsraîl-Îranê nînin û got: “Emê gelê xwe bêparastin nehêlin. Li her qadê em amade û bi rêxistinin”.
Berdevkê PIJAK ê tekez kir ku ew gelê xwe bê parastin nahêlin lêbelê nego ka ew çi core parastineke wê pêşkêşî gelê xwe bikin ku ji mûşekên balîstîk û balafirên F-35 parastî bin.
Parastina ku PIJAK qala wê dike, rejîma Îranê bi tevahî bi çeka xwe ya giran ji mûşekên balîstîk û sîstemên bergirîya asîmanî û diron û balafirên şer nikariye heya îro gelê xwe û Tehranê biparêze.