Ciwanekî Kurd li Efrîn ji aliyê çekdarekî nenas ve hate kuştin

Ciwanekî Kurd li gundê Hac Hesna yê navçeya Cendêrîsê ya herêma Efrîn ji aliyê çekdarekî nenas ve hate kuştin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Mistefa Cemîl Şêxo yê 16 salî, roja Çarşemê piştî nîvê şevê, li ser erdê xwe panelên rojê diparast, dema ku ji aliyê du çekdaran ve bi mebesta diziyê rastî êrîşê hat. Ew li cihê bûyerê hate kuştin.
Çavkaniyek nêzîkî malbata qurbaniyê li nexweşxaneya Efrîn got ku yek ji êrîşkaran di dema êrîşê de ji lingê xwe birîndar bû û berî ku bireve, motorsîkleta xwe li cihê bûyerê terikand.
Çavkaniyê zêde kir ku cenazeyê ciwanê Kurd dê ji bo veşartinê dê bo gundê wî were veguhastin.
Gundên herêma Efrîn, di nav de Cendrês jî, di nebûna ewlehiyê bûyerên dizî, revandin, kuştin û binpêkirinên din de mane. Aliyên çekdar ên Sûrî û milîsên ser bi ên Enqerê pir caran li pişt van bûyeran in, bêyî ku tedbîrên pêwîst ji hêla rayedarên fermî li dijî wan werin girtin.
Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku hedefgirtina sivîlên Kurd li Efrîn, bi taybetî li deverên çandinî û dûr, di salên dawî de zêde bûye. Ev bûyer pir caran bê kontrol û bêyî lêpirsînên fermî an hesabpirsînê dimînin, ev jî hestên bêewlehiyê yên niştecihên herêmî zêde dike.