Fayeq Zêdan ji endamên Dadgeha Federal re gotiye: Hûn biryarê li ser mûçeyê Kurdistanê bidin, dê serê we bên jêkirin

Siyasetmedarekî Iraqî eşkere kir ku endamên Dadgeha Federal a Iraqê ji aliyê kesên ku Iraqê ji bin ve bin ve (dewleta kûr) birêve dibin ve bi kuştinê hatine tehdîtkirin û ferman ji wan re hatiye dayîn ku li ser peymana Xor Ebdula û mijara mûçeyên mûçegirên Kurdistanê biryar nedin.
Siyasetmedarê Iraqî û birayê damezrînerê Partiya Fezîle ya Iraqê û birayê parêzgarê berê yê Besrayê Dr. Asmaîl Musbîh Elwalî di tomareke vîdeoyî de aşkera dike: Serokê Encûmena Dadweriya Iraqê Dr. “Feyeq Zeydan, gefa kuştinê li endamên Dadgeha Federal xwariye û ji wan re gotiye ku ew çavdêr in û an dê îstifa bikin an jî werin kuştin. Ji wan re gotiye eger biryarê li ser Xor Ebdula û şandina mûçeyê Kurdistanê hûn bidin, yan hûnê dest ji kar bikşînin, yan jî dê serê we û meriv û malbatên ve bên jêkirin.
Bi baweriya wî siyasetmedarî, neşandina mûçe planeke ji bo ziyan gehandina bi Herêma Kurdistanê û dibêje: “Fayeq Zêdan ji wan re gotiye hûn biryara şandina mûçe nedin, wê demê ew ê bibînin ka em ê çawa li Kurdistanê kaosê biafirînin.”
Siyasetmedarê Iraqî got ku ferman ji hêla welatekî cîran ve hatiye dayîn û çend kes di komployê de beşdar in, ango Malikî, Xezalî û Mihemed Helbûsî.
Ev gotin di demekê de tên ku xayînkarên zilamên Xezalî yên ku xwe li Silêmaniyê wekî (Komîteya Parastina Mamoste û Karmendên Xwepêşander!) dan nasîn, digel parlamenterên din ên xizmetkarên Bexdayê, bang li gelê Herêma Kurdistanê dikin ku xwepêşandanan bikin.