Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya agirbesta navbera Îran û Îsraîlê dike

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya ragihandina agirbesta navbera Îran û Îsraîlê dike û tekez dike ku, yekane rê ji bo tenahî û berdewamiya deverê diyalog û hevfêmkirin e.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 24.06.2025) li ser tora civakî ya Xê ragihand ku, pêşwaziya agirbesta navbera Îran û Îsraîlê dike ku ji hêla Serokê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê Donald Trump ve hatiye ragihandin.
Nêçîrvan Barzanî herwesa nivîsiye, “Ez li wê bawerê me ku yekane rêya tenahî, ewlehî û jiyarxweşiya berdewam li Rojhilata Navîn diyaloga tevgir û avaker û hevfêmkirina navbera hemî aliyan e.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ez spasî û rêzên xwe yên germ pêşkêşî Serok Trump û serkirdeyên din dikim, ji ber pabendbûna wan bi dîplomasî û çareserkirina aştiyane ya nakokiyan di vê dema giring de.”