Hejmara leşkerên Tirk ên bi gazê fetisîn û mirîn bilindbû

Hejmara-leşkerên-Tirk-info

Hejmara leşkerên Tirk ên ku duh li Başûrê Kurdistanê rastî gaza metanê hatîn û canê xwe ji dest dan gihîşt 12 leşkeran.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê îro roja duşemî 7 Tîrmeha 2025ê daxuyanî da û ragihand, 7 leşkerên din yên ku li Başûrê Kurdistanê bi gaza metanê jehrî ketîn, canê xwe ji dest dan, bi tevahî hejmara leşkerên ku bûne qurbanî gihîşt 12 leşkeran.

Di operasyoneke lêgerînê de, duh roja yekşemî 6 Tîrmeha 2025ê 19 leşkerên Tirk di şkeftekê de ku li bilindahîya 852 metran bû rastî gaza metanê hatin, 5 ji wan canê xwe ji dest dabûn.

Îro roja duşemî 7 leşkerên din jî li nexweşxaneyê canê xwe wenda kirin.

Şanda Îmraliyê ku duh serdana Îmraliyê kirbû, peyama Ocalan parvekir, di beşekê peyamê de Ocalan got: Ew ji boy mirina leşkerên Tirk pir xemgîn bûye û ew rehmetê ji bo leşkerên canê xwe wenda kirî dixwaze û sersaxiyê ji malbatên wan re.