KCK’ê dema merasîma çek danînê eşkere kir

KCK’ê dema merasîma çek danînê eşkere kir

Koma civakên Kurdistanê (KCK) diyar kir ku merasîma çek danînê sibeha roja înê 11ê Tîrmeha 2025an, wê li navçeya Raperîn a Silêmaniyê pêk were.

Pêş niha hatibû eşkerekirin ku komeke gerîlayên PKK’ê wê di navbera 9ê heya 12ê Tîrmehê de bi merasîmekê çekên xwe deynin.

Biryar bû ku ev merasîm bi amadebûna rojnamegeran û bi awayekî zînde were weşandin, lê belê duh roja duşemî 7/8/2025an, KCK’ê ragihand, ji ber “rewşa ewlehiyê” rojnameger nikarin rasterast li qada merasîmê amade bin û weşana zindî jî dê neyê kirin.

Li gor agahiyan, hejmara gerîlayên PKK’ê yên ku wê di 11ê Tîrmehê de çekên xwe deynin di navbera 20 heta 30 gerîlayan de ye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got, “li cihekî nêzîkî merasîmê dê ekraneke mezin bê amadekirin û piştî merasîmê dîmenên tomarkirî dê li ser wê ekranê bên nîşandan. Ev yekane rêye ku rojnameger karibin zanyariyan jê wergirin.”