Nasnameya ciwanekî Herêma Kurdistanê aşkere bû, PKKê berî salekê daye kuştin

Nasnameya ciwanekî din yê Herêma Kurdistanê aşkere bû ku rêxistina PKKê li sala rabûrî berê wî daye mirinê û ji wî demî ve mirina wî veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 8 Tîrmehê 2025ê, nasnameya çekdarekê xwe yê bi navê “Bîner Fayeq” ku ji devera Germiyanê ye aşkere kir, Bîner li Adara sala rabûrî 2024ê li devera Zapê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bû.
PKKê mirina Bîner salek û 4 mehan veşartî hiştbû û îro hatiye ji nû ve dibêje me milîtanekî din yê Apoyî wenda kir.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan parvedike, ciwanên ku di sal û mehên rabûrî de feda kirî û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me hêjan jî bi hezaran ciwan mane ku vê rêxistinê mirina wan îlan nekirî ye.