Çeteyên PKK’ê 4 zarokên din ji Heleb û Hesekê revandin

Çeteyên PKK’ê yên bi navê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” tev digerin 4 zarokên temen biçûk li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola YPG’ê de revandin û ber bi kampên çekdarkirina zarokan ve birin.
Li gorî çavkaniyên medyayî, çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” di 12ê Hezîrana 2025an de, Mihemed Şewqî Yusuf ê 12 salî ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandiye. Mihemed Şewqî ji gundê Arandayê navçeya Şiyet a Efrînê ye.
Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên PKK’ê di 29ê Hezîrana 2025an de jî Arî Mehmûd Osman şalaş yê 14 salî her ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revandiye û ber bi kampên çekdarkirina zarokan ve biriye.
Revandina Arî Mehmûd di demekî de tê ku di sala 2015an de van çeteyên PKK’ê birayê wî jî ku bi tenê 14 salî bû revandiye û heyanî niha çarenivîsa wî nediyar e.
Her wiha di 31î Golana 2025an de, van çeteyan zarokekî din yê 16 salî ku nexweş bûye, li Helebê revandiye, navê vî zarokî Cemîl Kîlo ye û malbata wî li gendê Qîlet yê navçeya Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve dijî.
Li bajarê Hesekê jî van çeteyan zarokekî din yê 12 salî bi navê Xelîl Ehmed li ber deriyê dibistana wî revandiye.
Malbatên van zarokan ji boy zanîna çarenivîsa zarokên xwe serî li saziyên PYD’ê dan, lê belê nekarîn ti agahiyan derbarê çarenivîsa zarokên xwe bizanibin, tevî ku malbatên van zarokan daxwaz ji Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê HSD’ê jî kir ku di hewara wan here û zarokên wan ji wan re vegerîne lê heyanî niha daxwaza wan wek xwe maye û ti kes û alî di hewara wan neçûne û çarenivîsa zarokên wan hîna jî nediyar e.