Besê Hozat: Me li ser banga Ocalan çekên xwe danîn

Merasîma çekdanîna sembolîk ya PKKê îro li şikefta Casene ya li Silêmaniyê birêveçû, 30 Gêrîlayan çekên xwe îmha kirin û raghandin ku wan bi îradeya xwe ya azad ev hengav avêtine û ew azadîya fîzîkî ya rêberê xwe Apo dixwazin!.
Îro roja înî 11 Tîrmehê 2025ê bi beşdarîya nûnerên serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî serokê herêma Kurdistanê, nûnerê YNKê û herweha nûnerên wezartên nawxo yên Îraqê û herêma Kurdistanê, hevserokên Dem Partiyê û nûnerên hêla jûr yên PKKê, li şikefta Casene ya li Silêmaniyê, 30 Gêrîlayan çekên xwe îmha kirin.
Koma Gêrîlayên çekên xwe danayn ku navê “Koma Aştî Û Civaka Demokratîk” li xwe kirine û Besê Hozat hevseroka KCKê serperiştî û rêbertîya wan dikir daxuyaniyek dan û ragihandin ku bo ji niha û pê ve ew têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê bi rêbazên yasayî û siyaseta demokratîk bimeşînin.
Herweha gotin ku ew çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.
Destinîşan kirin, ew îro vê hengavê li ser banga Ocalan ya 27 Sibatê û 19 Xizîrana 2025ê dihavêjin û gotin ku ew azadya fîzîkî ya rêberê xwe Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî û demokratîka pirsgirêka Kurd dixwazin.