Ocalan li ber nîne daxwaza lêborînê ji dayikên dilşewitî yên 40 hezar gerîlayan bike

Rêberê PKKê ji piştî banga 27 Sibatê ya hilweşandina rêxistina xwe, du peyamên din jî parvekirin yêk jê rojên rabûrî bû ku bi vîdiyo bi zimanê Tirkî ji gelê Kurd û partiya xwe re axivî!!.
Ocalan di çi yêk ji van peyaman de behsa ciwan, keç û xurtên kurdan nekir, yên ku di berxwedana saxte ya 41 salî de berê wan daye mirinê.
Lêbelê heman Ocalan ev cara duyemîne xemgînîya xwe ya mezin bo sikitîna hinek eskerên Tirk nîşan dide, cara yekem wexta li dadgeha Tirkiyê li sala 1999ê daxwaza lêborînê ji dayikên eskerên Tirk kirî, eskerên ku Gerîlayan kuştîn, cara duyem jî vê hefteyê bû wexta 5 eskerên Tirk di şikefteka li Zapê de bi xaza Metanê fetisîn.
Hestên Ocalan bo dehan hezar ciwanên Kurdan ku li ser destê artêşa Tirkiyeyê hatine şehîd kirin ne herikîn, lê belê xemgînîya xwe ya mezin bo 5 eskerên fetisî nîşan da û got: Ez pirrrr xemgînim û rehmetê ji wan re dixwazim.
Hêjayi gotinê ye, Murad Karayilan di kongreya 12mîn ya hilweşandin PKKê de gotibû: Di pêtrî 40 salên şerê çekdarî de, wan 40 hezar Gerîla wenda kirine. Lê hin amarên taybet hene dibêjin ku hejmara Gerîlayên bûne qurbanî nêzî 50 hezar Gerîlayane.