PKKê mirina van Gerîlayên xwe ji 2018ê veşartî ye

Nasnameya 5 Gerîlayên din yên PKKê aşkere bû ku rêxistinê mirina wan ji sala 2018ê veşartî hêlaye û îro ji nû hatiye dibêje em milîtanên xwe yên Apoyî bi rêzdarî bibîr tînin!.
HPGê baskê leşker yê PKKê îro roja pêncşemî 17 Tîrmeha 2025ê nasnameya 5 Gerîlayan 4 jê jin aşkere kir ku li Çileya 2018ê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ne.
PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van Gerîlayan jî ev 7 salin veşartî hiştiye û îro hatiye gotiye ku wan hinek milîtanên din yên Apoyî wenda kirin û ew îro wan li bîr tînin!.
Navên wan wisaye:
Bêrîvan Ebdulrehman ji Bidlîsê.
Gulcan Sefer ji Agiryê.
Ferîde Mihemed ji Agiryê.
Evîn Necdet ji Colemêrgê.
Îlyas Teymûr ji Wanê.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.