Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku rasterast fermana ji PKK’ê werdigirin di revandina zarokan û çekdarkirina wan li Rojavayê Kurdistanê de berdewam in û herî dawî keçeke 13 salî ji Kobaniyê revand.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, rêxistina çeteyan ya bi navê “Ciwanên şoreşger” di dawiya meha 6/2025an de, li bajarê Kobaniyê, keçeke din a 13 salî ku ji şêniyên Kobanê bi xwe ye revand û ew ber bi kampên leşkerkirina zarokan ve birîye.
Çavkaniyên Darka Mazî tekez kirin, navê keça hatiye revandin Edle Mihemed Îsa ye û navê dayika wê jî Narîn e.
Li gor agahiyan, piştî ku van çeteyan ev keça 13 salî revandî, ew ber bi kampa leşkerî ya xwe ya li sînorê gundê Milîhê li Başûrê Sirînê ya ser bi bajarokê Kobanê ve biriye ji boy ku wê keçê tevlî perwerdeya leşkerî û îdolojî bike.
Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019 de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.