Bersiva Evdilla Ocalan ji rojnamevanê ku got “min tu li navenda MÎTê dîtî” re çi bû?

Bersiva Evdilla Ocalan ji rojnamevanê ku got "min tu li navenda MÎTê dîtî" re çi bû?

Jîyana Evdilla Ocalan û guman û xalên tarîyên li dora wê pir caran têne nîqaşkirin. Zewaca wî bi keça rayedarekî MÎTê re, û paşê beşdarbûna hevalên wîyên herî nêzîk di MÎTê de, di nav pirsên ku pir caran têne nîqaşkirin û lêgerîn de ne.

Heta niha gelek delîl di derbarê têkiliyên Ocalan bi MÎTê re hatine pêşkêş kirin. Yek ji van delîlan daxuyaniyên rojnamevanê Tirk Avni Özgürele.

Avni Özgürel: min Ocalan li navenda MÎTê dît

Avni Özgürel, weke endamekî rastgir ê li Tirkiyeyê û bi têkiliyên xweyên bi MÎTê re tê nasîn, ew yek ji wan kesane ku îdîa dike ku Ocalan bi MÎTê re xebitiye. Bi rastî, Özgürel ew kese ku îdîa dike Ocalan rasterast li navenda MÎTê dîtiye. Û Özgürel ne tenê vê yekê dibêje; ew ji sala 1993an vir ve vê yekê dibêje.

Avni Özgürel daxuyaniya xweya herî berbiçav û berfireh li ser vê mijarê di sala 2003an de da.

Avni Özgürel di 27ê Cotmeha 2003an de bi Neşe Dûzel re hevpeyvînek kir. Di vê hevpeyvînê de, Özgürel eşkere kir ku Evdilla Ocalan li ajansa Fikir ya Tirkiyeyê, ku sazîyeke parastî a rêxistina Îstixbarata Neteweyî a Tirkiyeyê (MIT)ye dîtiye û Ocalan di vê ajansê de dixebitî.

Hevpeyvîna Özgürel wiha ye:

Avni Özgürel: di navbera salên 1966 û 1969an de, ez diçûm ajansa Fikir ya Tirkiyeyê da ku Kovara werbigirim û belav bikim. Ev ajansa fikrî ya Tirkiyeyê desgehekî ser bi MÎTê ve bû. Dema ez diçûm vê derê min gencekî esmer didît, lê em bi hev re nediaxivîn, piştî çend salan dema min fotoyê Evdilla Ocalan dît, min got ku ev kesê min di vê ajansê de dîtî Evdilla Ocalan e, lê min ev fikir bi derdora xwe re negot.

Di sala 1993an de Ocalan komeke rojnamevanan bang kir cem xwe, ez jî wek rêveberê Kovara Panorama çûbûm, piştî daxuyaniya Ocalan xelas bûyî, ji ber ku em Kovareke heftane bûn, min xwest bi Ocalan re hevpeyvîneke taybet çêkim, Ocalan daxwaza min bicî anî, dema hevpeyvînê min jê re got, “li bajarê Ankara li ser kolana Îzmîrê ciyek hebû ku navê wê ajansa fikrî bû, dibe ez şaş bifikirim, lê ket serê min ku min tu li wir dîtiye. Ocalan ji min re got, na, rast tê bîra te, lê belê niha ne wextê wê ye, ezê di demekî goncaw de van tişta eşkere bikim.

Neşe Dûzel: Başe kesê ku dihatin vê ajansê îla endamên MÎTê bûn?

Avni Özgürel: Heke hîç nebûya jî îlahî pêwendiya wan bi îstixbaratê “MÎTê” ve hebû û kesên bawerpêkirî bûn, di Tirkiyeyê de heger kesek biçe di nava dezgehekî ku hêzên ewlekarî dirust kirîye û heger hatin û çûyînê bike û kes dengê xwe jê re neke, ev yan kesekî erkdare yan jî keseke ku bawerîyeke xurt ji boy wî heye, ji xeynî vê tiştekî din tune ye.

Neşe Dûzel: Beriya niha hatibû gotin ku hevjîna Ocalan Kesîre Yildirim jî bavê wê rêveberekî MÎTê bû. Hûn jî dibêjin min Ocalan di nava dezgehekî ser bi MÎTê ve dîtiye, Ocalan jî gotibû ku kesekî bi navê Pîlot di avakirina PKK’ê de roleke pêşeng lîstîye û ew jî ser bi MÎTê ye. Başe hûn çi difikirin ku di destpêka avakirina PKK’ê de ewqas pêwendiyên MÎTê hene?

Avni Özgürel: Evdilla Ocalan keseke ku di baweriya îdolojîk de zeîfe, ew kesekî pragmatîke ku dikare bi her kesê re hevkariyê bike. Heger di hereketeke kurdan de kesekî bi vî awa serok be, ev ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve dihat qebûlkirin.

Neşe Dûzel: Heger dewlet ji damezrandina PKK’ê di destpêkê de ewqas agehdar bû çima 40 hezar însanê me mirin û dewlet nekarî vê yekê kontrol bike?

Avni Özgürel: Li gor raya min dewletê nexwest kontrol bike, ji ber ku Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) weke sektorekî çêbibû, hebûna hereketeke weke PKK’ê dihişt ku dewlet ji xercê xwe yê veşartî pere bikişîne û bikar bîne, û ji ber hebûna PKK’ê jî hemû rengên zextê li ser civakê çêdikirin, hinek endamên JITEM ê hebûn ku ne polîs bûn û nejî esker bûn. Hinek ji wana kesên weke Yeşil (Mehmûd Yildirim), ev kes ji ber xwe de şîn bûbûn û bihêz bûbûn, û hinek grûp di nava tîma JITEM ê de hebûn, dema wesayiteke normal diçû pêşiya wana disekinîn û ajokarê wesayîtê di kuştin, heman demê li Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) sektorê muxedîratê pereyekî zêde zêde jê dihat, di encam de planê dewletê û ev derdorên ku bi pereyên qirêj li ser linga diman, di nava wan de mîzanek hebû, ev rewşa li Başûrê Rojhlat çêbûy gelek grûp jê sûdmend bûn. Ev çekê ku ji destê PKK’ê werdigirtin careke din di firotin PKK’ê, heta van demên dawiyê PKK’ê fîşekên di fabrîqeyên dewleta Tirkiyeyê de hatîn çêkirin bikar dianîn, dema te PKK’e xelas bikira ev cû disekinî û ev mîzana çêbûy hildiweşiya.

Mîsyonê Ocalan çi bû?

22 sal bi ser daxuyaniya Avni Özgürel ve derbas bûn, axaftinên wî gelekî girîngin ku dîroka reş ya Ocalan baş were naskirin, çima di şerê 41 salan yê PKK’ê de kurdan ti tiştek bi dest nexistin, û çima Evdilla Ocalan piştî van salan mafekî çandî jî ji boy kurdan ji dewletê daxwaz nekir, dema em van dîmenan hemûyan tînin gel hevdu, tiştê dikeve pêşberî me eve, Evdilla Ocalan ne tenê piştî 1999an teslîmî dewletê bûye, ew di destpêkê de projeyeke dewleta Tirkiyeyê bû û ji boy sînordarkirina civaka Kurdî hat bikaranîn, ev dîmenên di van du sê mehên dawiyê de derdikevin xuya dikin dewlet bi projeya xwe ya 50 salan dixwaze destkeftiyên mezin bi dest bixîne.