PKK: Em têkoşîna xwe diguherînin û dikin têkoşîna siyasî

Piştî ku koma yekem a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çekên xwe danîn, endameke Komîteya Navendî ya PKKê ragihand, ew ê careke din merasîmên çekdanînê lidar nexin. Li gorî daxuyaniyê, koma ku çek daniye, xwe ji bo “beşdariya siyasî ya demokratîk” amade dike û PKK êdî dê têkoşîna xwe bi rêyên siyasî berdewam bike.
Guhertina stratejiyê: Ji çekan ber bi siyasetê ve
Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Hêlîn Umît ragihand: “Koma Aştî û Civaka Demokratîk, ku çekên xwe şewitandin, niha xwe ji bo beşdariya siyasî ya demokratîk amade dike.” Herwiha got: “Peyama ku pêwîst bû, di merasîmê de hate dayîn. Em ê careke din merasîmên çekdanînê lidar nexin.”
Hêlîn Umît li ser vegera endamên PKKê bo Tirkiyeyê jî axivî û got, “Eger guhertinên destûrî bên kirin, çima endamên PKKê venegerin Tirkiyeyê? Em têkoşîna xwe diguherînin û dikin têkoşîna siyasî.”
Daxwaz û mercên PKKê
Hêlîn Umît rexne li hikûmetê girt û diyar kir ku “hikûmet bi awayekî hêdî pêngavan ji bo pêvajoyê davêje.” Tekez kir jî, divê parlamento pêngavên ku tên avêtin bi yasayan misoger bike û got, “Pêwîst e ev prose bi yasayê were garantîkirin, ji ber ku eger pirsgirêk derkevin, dibe ku dijberiya pêvajoyê were kirin.”
Li ser rola komîsyonê jî endama Komîteya Navendî ya PKKê got: “Damezrandina komîsyoneke parlemanî dê roleke girîng di derbaskirina astengiyan de bilîze. Divê komîsyon bikaribe projeyasayan ji bo azadî û demokrasiyê amade bike. Bêyî van, pêngavên me bêwate dimînin.
Hêlîn Umît herwiha behsa rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kir û got: “Di destpêkê de soz hatibû dayîn ku mafê hêviyê yê azadbûnê bidin Ocalan, lê heta niha di rewşa wî de ti guhertin çênebûye.”
Ev daxuyanî di demekê de tê ku tê çaverêkirin di rojên pêş de komîsyoneke parlemanî were damezrandin, da ku zemîneya yasayî ji bo proseya çekdanîna PKKê amade bike.
Roja 11ê Tîrmeha 2025an komeke ji 30 endamên PKKê, di merasîmekê de li Şikefta Caseneyê ya li navçeya Sûrdaş a parêzgeha Silêmaniyê, çekên xwe şewitandibûn.