PKKê mirina bi hezaran ciwanên Kurdan veşartî ye

pkk-4-net

Nasnameya 4 ciwanên din yên Kurdan du jê keç aşkere bû, PKKê berya 3 salan li Xakurkê û Zapê dane kuştin û ji nû ve îro mirina wan îfşa bû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 24 Tîrmeha 2025ê, nasnameya 4 çekdarên xwe du jê keç aşkere kir, yek jê li Îlona 2022ê li Xakurkê û 3 jî li Tebax û Tîrmeha heman salê li devera Zapê bi destê artêşa Tirkiyê dayne kuştin.

Navên wan wisaye:

Xelîl Hesen ji Efrînê.

Menal Celal ji Almanyayê ye.

Yeqûb Mihemed ji Êlihê.

Waat Raad ji Qamişloyê.

PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van 4 ciwanên Kurdan jî 3 salan li malbatên wan veşartbû û îro hatîye dibêje me fedayên xwe yên Apoyî wenda kirin!.

PKKê ku mirina bi hezaran ciwanên Kurdan veşartî hiştiye, her roj wêneyên komên keç û xurtên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştiye.