Êrîşên dewleta Tirk li Metînayê, Zapê û Xakurkê berdewamin

Rêxistina PKKê îro ragihand, êrîşên dewleta Tirk yên li dijî çekdarên wê li Metînayê, Rojavayê Zapê û Xakurkê dewam dikin û got banga teslîmiyetê li Gerîlayan tê kirin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 24 Tîrmehê 2025ê amara êrîşên Tirkiyeyê yên 10 rojên rabûrî ango ji 13 heya 23 Tîrmehê aşkere kirin û got: “Ji 13 vê mehê ve, artêşa Tirkiyeyê bi her core çekan êrîşên Gêrîlayan li herêmên Metînayê, Rojavayê û Xakurkê kiriye” .
Destnşan kir, êrîş bi asmanî û bejahî hatine encam dayîn û banga teslîmiyetê li hêzên me tê kirin.
Li gorî HPGê, artêşa Tirkiyeyê di 10 rojên rabûrî de dehan caran êrîşên hewayî û bejahî li dijî Gêrîlayan li wan herêman encam da ne.
Tevî Pêvajoya Aştiyê û çekdanîna PKKê, lêbelê hêjan jî artêşa Tirkiyê li ser bordumana PKKê li Başûrê Kurdistanê berdewame, ev yêk zirareke herî mezin li şêniyên başûr taybet yên gundan da ye.




