Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din ji Kobaniyê revand

Di bûyereke din ya revandina zarokan de çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger”, keçeke 17 salî li navenda Kobanê revand.
Revandina zarokên temen biçûk ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger”ve ku rasterast fermana ji PKK’ê werdigirin berdewam dike û herî dawî jî keçeke din a biçûk ya bi navê Miryana Omer Walî, ku jidayikbûya 25î Tîrmeha 2008an e, dema ku beşdarî pîrozbahiyên 19ê Tîrmehê li meydana şehîd Eqîd li navenda Kobaniyê bûy, revandiye.
Li gor agahiyan, bavê vê keçik ê di tomareke vîdeoyê de hûrgiliyên revandina keça xwe ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve dide diyar kirin û dibêje, piştî bi dawî hatina merasîma pîrozbahiyê keça min venegerî malê, û êmaje bi vê yekê dide ku keça wî ji aliyê “Ciwanên Şoreşger” ve ber bi kampeke çekdarkirina zarokan ve hatiye birin.
Ev bûyer di demekê de tê ku leşkerkirina zarokên temen biçûk li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser ve her ku diçe zêde dibe, tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019 de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.
Malbata Miryanayê ji çarenûsa keça xwe ditirse, loma di vîdeoyê de, bavê wê bang li rêxistinên navneteweyî û aliyên pêwendîdar dike ku bi lez mudaxele bikin da ku keça wî serbest were berdan û garantî bikin ku ew rastî îstîsmar yan perwerdehiya leşkerî ya bi zorê nayê.
Rêxistinên mafên mirovan piştrast dikin ku berdewamiya van binpêkirinên li dijî zarokan binpêkirinek eşkereya peymanên navneteweyî ye, û bang li rêveberiya HSD dikin ku tedbîrên pêwîst bigre da ku revandina zarokan rawestîne û ji berpirsyaran hesab bipirse.