Demîrtaş: Ezê têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê bidomînim

Demîrtaş: Ezê têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê bidomînim

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, eve nêzikî 9 salin li Girtîgeha Edirneyê girtî ye Parlementerê DEMÊ yê bajarê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu serdana Demirtaş kir. Demirtaş bi rûya gergerlioglu peyamek ragihand. Demîrtaş got ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê bidomîne.

Faruk Gergerlioglu peyama Demirtaş li ser hesabê xwe yê medya civakî weşand.

Peyama Demirtaş ya ku bi zimanê tirkî û destnivasî wî hatî weşandin wehaye:

Demîrtaş: Ezê têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê bidomînim

“Em silav û hezkirinên ji dil ji bo hemû hevalên xwe yên ku silav û pişgiriya xwe bi rêya Parlementerê (nûnerê) me yê rêzdar, birêz Gergerlioğlu, gihandine min, pêşkêş dikim. Dema ku em bê westan têkoşîna xwe ya ji bo edalet, wekhevî û demokrasiya rastîn ji bo her kesî didomînin, em ê israra xwe ya li ser aştiyê bidomînin. Em hêvî dikin ku bi aştiyê re, li Tirkiyeyê serdemek nû vebe û bingehek pir xurttir ji bo avakirina pêşerojek geş bi hev re derkeve holê. Bi hêviya tejî azadî …”

Roja ku, Parlementerê DEMê Omer Faruk Gergerlioglu serdana Demirtaş kirî, di heman rojê di girtigehê de li gel rojnemevanê girtî Fatih Altayli jî hevdîtinekî dike. Duh Altaylî hûrgiliya hevdîtina xwe û Omer Faruk Gergerlioglu di medya civakî de ragihandibû. Di wê peyamê de helwesta Ocalan û partiya DEMê li dijî Demirtaş dabû xûyakirin û gotinên tund yên Ocalan di derbarê Demirtaş de gotîn , Gergerloglu ji Fatih Altayli re dibêje û ew jî ji raya giştî re eşkere dike.

Roja piştî peyama Altayli, Gergerlioglu vê carê, peyama Demirtaş di medya civakî de parve dike. Ev yek bivê nevê mirov re hinek fikara peyda dike. Her çikas mirov rastîya di nava PKKê de dizanê jî ev cureyên nûçeyan behtir rewşa PKKê di nava xelkê de dide xûyakirin.