Îro salvegera karesata Şingalê ye

Îro salvegera karesata Şingalê ye

Di 3ê Tebaxa 2014an de, piştî ku artêşa Iraqê li Mûsilê şikest, terorîstên DAIŞê êrîşî bajarê Şingalê kirin û ew dagir kirin.

Ji ber wê sedemê hizaran kes ji kurdên Êzidî û xelkên wî bajarî ketin destê DAIŞê û wan terorîstan karesateke mezin li ser wan de anî û bi hezaran kes şehîd û birîndar kir û heta niha jî bi hezarên din çarenivîsa wan nediyar e.

Piştre di 13.011.2015ê hêzên Pêşmerge di operasyonekî de bi Serpereştiya Serok Barzanî, Şingal ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Serok Barzanî di 13.011.2025’an, bi boneya rizgarkirina Şingalê di peyamekî de pîrozbahî li xelkê Şingal û hêzên Pêşmerge kir û ragehand: “Azad kirina Şingalê di bin destê terorîstên DAIŞê de di warê leşkerî û siyasî û dîrokî de serkeftineke mezin bû ji bo gelê Kurdistanê, ku li ser destê pêşmergeyên me yên qehreman hat tomar kirin. Ev serkeftin ji hemû aliyekî re dibêje ku êdî ew roj çû ku dagirker û zilimkarên gelê Kurdistanê zordarî dikirin. Niha gelê Kurdistanê bi serbilindî berevaniya xwe dike û dijmin dişkêne û parêzvanê nirxên mirovatiyê ye.”

Serok Barzanî herwaha ragehand: “Piştî dagirkirina Şingalê û karesata ku bi serê xwişk û birayên me yên Êzîdî de hat, em amade bûn ku her tedbîr bigirin û her bedel bidin da ku Şingalê azad bikin da ku baweriya gelê Kurd û xwişk û birayên me yên Êzîdî vegerînin û dijmin û terorîstan li xaka pîroz a Kurdistanê derbixin.”