Fermandarê PKKê Elî Serhed hate kuştin

Elî Serhed -net

Nasnameya fermandarekî din yê HPGê aşkere bû ku ew jî salekê berê li Başûrê Kurdistanê hatbû kuştin û mirina wî nehatbû ragihandin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 6 Tebaxa 2025ê nasnameya fermandarê xwe yê bi navê Gurkan Ebdulqadir û bi kodnavê Elî Serhed aşkere kir ku li 29 Kanûna sala 2024ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê hatbû kuştin û rêxistinê mirina wî îlan nekirbû.

Fermandarê HPGê Elî Serhed li sala 2014ê tevlî refên PKKê bûbû.

Rêxistina PKKê ji sala 2021ê ve bi dehan fermandar û kadroyên xwe yên li hêla jûr bi êrîşên dewleta Tirk ji dest da ne, mirina piranîya wan jî heya roja me ya îro veşartî maye û nehatiye îlan kirin.