Babacan: Em vê pêvajoyê gelekî girîng dibînin

Alî Babacan serokê Partiya DEVA, li Mêrdînê beşdarî bernameya “Hevdîtina li gel Saziyên Civaka Sivîl, Karsaz û Rûspiyên Civakê” bû ku ji partiya wî rêxistina şaxa Merdînê ve hatibû li darxistin.
Babacan di derbarê “pêvajoya Tirkiya bê teror” de axivî û got: “Em vê pêvajoyê gelekî girîng dibînin. Em fêm dikin ku amadehiya li pişt vê pêvajoyê, amadehiyeke plankirî û bi hûrgilî hatiye kirin.
Ji ber ku me ev yek fêm kir û dît, me ji roja yekem ve got ku em dê vê pêvajoyê bi geşbîniyeke bi tedbîr bişopînin. Em dê şaşiyên ku di pêvajoyê de bibînin bînin ziman. Em dê pêşniyarên xwe jî bêjin. Heke îhtimala serketina vê pêvajoyê ji sedî 5 be jî em dê piştgiriyê bidin wê egera ji sedî 5.”
Babacan daxuyand ku li Tirkiyeyê bidawîkirina tundiyê mijareke pir girîng û dîrokî ye û got:
“Em partiyeke mixalefetê ne lê me ji roja destpêkê ve ev berpirsiyariya dîrokî li ser milên xwe hîs kir.
Me ji roja destpêkê ve dest bi hevkariyên xwe yên ji bo pêvajoyê kir.”
Babacan bal kişand ser xebatên Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê û got: “Divê ne tenê parlamenter, her wiha pispor, akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl jî tevlî Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê bibin. Mekanîzmayeke siyasî ya ku ji nerînên derve re vekirî be, dikare encamên baştir bi dest bixe.”
Babacan li ser daxwaza ku Komîsyon guhê xwe bide nerînên Abdullah Ocalan jî got:
“Girîng e Komîsyon nerînên Ocalan bi awayekî li ber çavan bigire û binirxîne. Komîsyon dê rêbaza vê yekê diyar bike û binirxîne.”