Feysel Yûsif: Divê diyalogeke niştîmanî li Sûriyê were lidarxistin

Feysel Yûsif: Divê diyalogeke niştîmanî li Sûriyê were lidarxistin

Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku divê diyalogeke niştîmanî were lidarxistin û hemû pêkhate di pêşeroja Sûriyê de li gor destûreke nû beşdar bin.

Feysel Yûsif ev yek li ser tora civakî ”Facebook” ragihand û got: “Piştî çend mehan ji ragihandina destûrî ya demkî li Sûriyê, divê diyalogeke niştîmanî ya giştgir were lidarxistin”.

Yûsif diyar kir ku divê rûpelek nû li Sûriyê were vekirin û destûrek were danîn ji bo avakirina welatekî ku hemû pêkhateyan li xwe digre.

Feysel Yûsif serbar kir ku mafên niştîmanî hêla sor e û gerantorê tekane ye ji bo pêşerojeke dadmend û wekhev li Sûriyê.