Endameka konseya HPGê û du Gerîla li Garê hatine kuştin

3-PKK-Fermandar-Net

Mirina fermandareka din ya PKKê û du gerîlayan aşkere bû, ku 5 salan berê li çiyayê Gare ketine ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê mirina wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 8 Îlona 2025 ragehand ku 3 gerîlayan li Başûrê Kurdistanê di êrşên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

HPGê diyar kir ku yek ji wan Endama Konseya Fermandariyê ya HPGyê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes e.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:

Ekîn Amara Toldar: Navê wê yê fermî Şehrîban Akin e û ew xelka Colemêrgê ye û 20ê Nîsana 2020î li herêma Gareyê canê xwe ji dest daye.

Zîn Zagros: Navê wê yê fermî Leyla Acar e û ew jî bajarê Wanê ye û 20ê Nîsana 2020î li herêma Gareyê canê xwe ji dest daye.

Emîne Erciyes: Navê wê yê fermî Nazli Taşpinar e û ew ji bajarê Nevşehîrê ye û 20ê Nîsana 2020î li herêma Gareyê canê xwe ji dest daye.

Rêxistina PKKê weke tev rêhevalên wan, mirina van çekdarên xwe jî bo dema 5 salan veşartî hişt û ji nû ve îro hatiye dibêje me fedayên xwe yên Apoyî wenda kirin!.