Serokê Şaredariya Bayrampaşayê û 47 kesên din hatin binçav kirin

Serokê Şaredariya Bayrampaşayê û 47 kesên din hatin binçav kirin

Li Stanbulê Operasyonek li dijî Şaredariya Bayrampaşayê ya bi serokatiya CHPê hate destpêkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê ve tê rêvebirinê, û di çarçoveya vê lêpirsînê de, 48 kes, tevî Şaredarê Bayrampaşayê Hasan Mutlu, hatin binçavkirin.

Cîgirê Şaredarê Bayrampaşayê Lütfi Kadıoğulları ji aliyê polîsan ve birin nexweşxaneyê û ji kontrola tenduristiyê derbas bû.

Bi operasyonê re, gelek tîmên polîsan serê sibê gihîştin avahiya şaredariyê. Tîman avahî lêgerîn kirin.

Şaredar Mutlu û gumanbarên din ên di dosyaya dozê de bi zorê, bertîl, sextekariya giran û destwerdana li îhaleyan hatin tawanbarkirin.

Li ser biryara Serdozgeriya Giştî, polîsan li 72 mal û kargehan lêgerîn dest pê kir.

Di nav cihên ku lêgerîn lê hat kirin de avahiya şaredariyê jî hebû.

Hasan Mutlu di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de bi rêjeya ji sedî 46.67ê dengan ji Partiya Gel a Komarî (CHP) wekî şaredar hat hilbijartin.