PKKê Şengal bi rêkkeftineka bi dilxwazî radestî artêşa Îraqê û Heşdê kir

PKK-Iraq-Armoi-Sinjar-Net

Rêxistina PKKê li gorî rêkkeftinekê baregehên xwe yên li Şengalê bi herwe radestî artêşa Îraqê kirin, ji bo ku tu hêzên din nekevin di Şengalê de, PKKê bi vê hengavê axaftina xwe ya hertim bi cîh kir ku Şengal beşek ji Îraqê ye û ne Kurdistane!

Li sala 2017an û piştî hêza Pêşmergehên Kurdistanê Şengal ji zora terorîstên DAIŞê rizgar kirî, hêza Pêşmerge piştî erka xwe bi cîh kirî û bi sedan şehîd ji boy Şengal dayn, xwe ji bajêr vekêşan, piştre PKKe ket nav Şengalê û her tişt li wê derê li dijî Êzdiyan û civaka Şengalê encam da.

PKKe: Şengal Îraqe, ne Kurdistane!

Ji wê demê ve, rêberên PKKê yên weke Besê Hozat hevseroka KCKê û Mistefa Qaraso, Duran Kalkan û Cemîl Bayîk jî di medyaya PKKê de di axvîn û derbarê Şengalê di gotin: Şengal beşek ji Îraqê ye, Şengal neKurdistane!.

Li sala 2020an jî hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê rêkkeftinek ji boy dubare avedankirina Şengal û vegerandina koçberan îmze kirin, lêbelê ji wê demê ve PKKê nehişt ev rêkkeftin were bicîh kirin û rê li ber vegerîna nêzê 300 hezar şêniyên Şengal kir ku hêjan jî di kampan de dimînin, tevî vê jî Şengal hêjan avedan nebûye û wêran e.

PKKê 11 hezar leşker û heşid anîn Şengalê

Li du rojên rabûrî fermandarîya artêşa Îraqê 11 hezar leşker, Heşda Şebî, polîsên federal û îstixbarata Îraqê bi çek û pêwîstiyên lojistîk ve şandine Şengalê, fermandarîya operasyonên Neynewayê serperiştîya vê hêzê dike û wan pêşwext peymanek bi PKKê re ji boy radest kirina Şengalê bi awayekî jêr bi jêr îmze kirine.

Li gorî agahiyên Darka Mazî, PKKê razî bûye bê şert û merc tev hêzên xwe yên YBŞê, YPJê û kadroyên rêxistinê û nuqteyên pişkinînê û tev baregehên xwe yên leşkerî û sivîl bi herwe û bê ti tiştek, bide destê artêşa Îraqê.

Rêxistina PKKê di medyaya xwe de jî dest avêtîye sêrvêskirina nûçeyên derew û manîpolekirina rojevê û dibêje ku artêşa Îraqê bi hêzeke mezin ve ket di Şengalê de û dest bi ser her tiştî de girtî ye.

Baregehên xwe radest kirin

Hêza artêşa Iraqê ku ketiye di Şengalê de, hemû baregeh û baregehên PKKê yên li Şengalê ji PKKê wergirtine, niha ew hêze rê nade ku çekdarên PKKê û cihê ku ew jê re dibêjin (Rêveberîya Xweser ya Şengalê ya PKKê!) Vegerin Şengalê.

Tevî radest kirina PKKê ya baregehên xwe ya bi dilxwazî, lê belê rêxistin di medyaya xwe de dibêje hêzên Îraqî yekîneyên leşkerî di navbera gundan de bi cih dikin, nasnameya welatiyan li xalên kontrolê yên leşkerî kontirol dikin û rê li ber endamên navend û dezgehan (Rêveberîya Xwesera PKKê!) Digirin ku bikevin Şengalê.

Li gorî agahiyên destê me hemû xalên kontrolê yên PKKê yên li ser sînorê Sûrye-Îraqê hatine rakirin û radestî hêzên Îraqî hatine kirin, bi taybetî li bajarokên Sinûnê, Xanesûrê û herêma Qiblatê.

Encumena Eşîrên Şengalê hilweşiya

Hemwexta vê peymana jêr bi jêr û radest kirna Şengalê, encumena Eşîrên Şengalê ku ji aliyê PKKê ve hatine çêkirin di hilweşanê de ye, agahiyên me dest nîşan dikin ku 5 ji 9 endamên encumena eşîrên Şengalê, ku hemû ji aliyê PKKê ve hatine damezrandin û wekî encumena piştgiriya PKKê li Şengalê kar dikin, îstifa kirin.

Ev encumen piştî ku PKKê 60% ya Şengalê radest kirî dest bi hilweşanê kirine.

PKKe li çiyayê Şengalê

Tiştê ku di vê qonaxê de heye eve ku divê PKKe bi hêzên xwe yên çekdar li ser çiyayê Şengalê be û nekeve nav bajêr.

Heta sê rojan berê, YPJe û YBŞe yên girêdayî PKKê li Şengalê bûn û baregeh û xalên kontrolê hebûn, lê li gorî rêkkeftina di navbera wan de, divê PKKe di nav van du rojan de ji Şengalê derkeve.

Her wiha PKKe êdî nikare li Şengalê xalên kontirolê deyne an jî mirovan bigre, angu ewqas lawaz bûye ku êdî nikare tevbigere, hêzên ku ji bakur û Rojavayê Kurdistanê berê anî bûn Şengalê, niha ji bajêr hatine derxistin û winda bûne.