Rêveberiya Xweser: Diyaloga berfireh û berpirsiyar tekane rêya misogerkirina yekparçeyiya Sûriyeyêye

Rêveberiya Xweser: Diyaloga berfireh û berpirsiyar tekane rêya misogerkirina yekparçeyiya Sûriyeyê ye

Daxuyaniyek ji aliyê Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat weşandin. Daxuyaniyê de bal kişand ser prensîbên neteweyî bo pabendbûna bi yekîtiya Sûriyeyê, ax û gelê wê de û redkirina her proje an pêşniyarek ku dê yekparçeyiya axa wê xera bike an jî bibe sedema parçebûna wê.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku peymana 10ê Adarê û civînên paşê yên di navbera Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û Serokê Sûriyeyê de gaveke girîng bûn di avakirina bingehek hevpar ji bo diyaloga avaker de. Lêbelê, atmosfera erênî hîn jî veguheriye gavên pratîkî yên berbiçav li ser erdê.

Daxuyaniyê zêde kir ku wesfkirina rêveberiya beşdar, rêveberiya nenavendî û bangên ji bo lihevhatina neteweyî wekî bangên ji bo veqetandinê wesfek e ku berevajî rastiyê ye û di rastiyê de dibe sedema zêdebûna dabeşbûnê di navbera Sûriyan de li şûna ku yekîtiya wan xurt bike.

Daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku axaftina li ser rêjeyên nifûsê û veqetandina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hev nêzîkatiyek xelet e ku gefê li bingehên jiyana hevbeş dixwe û her îhtîmala ji nû ve avakirina baweriyê di navbera Sûriyan de dixe xeterê.

 Daxuyaniyê bi tekez kirina ku her nêzîkatiyek rastîn ji bo çareseriya Sûriyeyê nikare biryara 2254 a NY derbas bike, bi dawî bû. Rêveberiya Xweser bawer dike ku diyaloga berfireh û berpirsiyar tenê rêya misogerkirina yekparçeyiya Sûriyeyê û parastina pêşeroja wê ye, û beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê di çêkirina çareseriyê de garantiya rastîn e ji bo avakirina dewletek demokratîk, nenavendî û dadperwer ku rêzê li pirrengiyê digire û mafên hemû welatiyên xwe garantî dike.