Hevpeymaniya Navneteweyî baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bihêztir dike

Hevpeymaniya Navneteweyî

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) 25 kamyonên din ên leşkerî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Koalîsyon sewqiyata xwe ya leşkerî û lojîstîkî ya ji bo baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Li gorî çavkaniyekê ji Rêveberiya Xwesera Rojavayê Kurdistanê karwaneke nû ya Hevpeymaniyê ku ji 25 kamyonên tijî kelûpelên leşkerî û lojîstîkî pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê Welîd derbas bû.

Heman çavkaniyê diyar kir ku armanca vê sewqiyatê bihêzkirina baregehên Koalîsyonê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye û ew karwan gihiştiye Baregeha Qesrikê ya li bakurê Hisîçayê.

Ev di demekê de ye ku roja 28ê vê mehê jî, karwaneke din a mezin a Koalîsyonê ku ji 35 kamyonan pêk dihat, bi heman rêyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû.