PKK’e: em hemû hêzên xweyên li Tirkiyeyê vedikişînin Başûrê Kurdistanê

PKK’e: em hemû hêzên xweyên li Tirkiyeyê vedikişînin Başûrê Kurdistanê

PKK’ê ragihand ku ji bo ku “pêvajoya aştî û civaka demokratîk” bigihînin qonaxa duyemîn, “hemû hêzên xweyên li Tirkiyeyê vedikişînin.”

Îro roja yek şemî, 26/10/2025, li quntara Qendîlê PKK’ê civîneke çapemeniyê lidarxist û tê de eşkere kir, ew hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin û divê nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî demildest bên nîşandan û bangî gel kir ku “di asta seferberiyê de têbikoşe.”

Sebrî ok endamê Konseya Birêvebira KCK’ê , Vejîn Dêrsima endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê, Devrîm Palu endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û 25 gerîla tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê endamê Konseya Birêvebira KSC’ê Sebrî Ok û ya kurdî jî ji aliyê endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsimê ve hat xwendin.

Daxuyaniya PKK’ê wihaye:

“Ji çapemenî û raya giştî re

“Şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn ên tên jiyîn, ji ber ku bi awayekî pir cidî li ser pêşeroja Kurdan û Tirkiyê tehdit dikir; pêvajoya ku par bi daxuyaniyên Serokkomar, Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî û Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin û di 27’ê Sibata 2025’an de bi banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re bû xwediyê nasnameyekê, di qonaxeke pir girîng û krîtîk de derbas dibe.

Di nav 8 mehên borî de weke aliyê Kurd me, li ser bingehê banga Aştî û Civaka Demokratîk gavên mezin ên qasî dîrokî girîng in avêt. Ji bo dorhêleke aram û rehet ya nîqaşê bê avakirin, hema piştî bangê di roja 1’ê Adarê de me agirbest îlan kir. Li ser bingehê bi rêbazên guncav ên arastekirina Rêber Abdullah Ocalan, di nav dîroka 5-7’ê Gulanê de me Kongreya 12’emîn a PKK’ê kom kir, me biryarên hebûna rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî girt û li van biryaran me ev yek zêde kir; evana encax rastûrast bi birêvebirina Rêber Abdullah Ocalan dikare pratîze bibe. Piştî du mehan roja 11’ê Tîrmehê jî, li ser bingehê banga bi dîmen a Rêber Abdullah Ocalan, di rêveberiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat de Grûba Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat, ji bo biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî bi merasîmekê ku çekên xwe şewitandin, di pratîkê de helwesta me ya bi biryar û net nîşan da.

Di bin pêşengtiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê de ev gavên dîrokî yên aliyê Kurd avêtine, bi kûranî bandor li ser dorhêla siyasî û civakî ya Tirkiyeyê kir, li ser bingehê aştî û demokratîkbûnê ruh û îradeyeke nû derxist holê. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê, ev helwesta bi wêrek û fedekar a Kurdan li nava Tirkiye û derveyî wê di plana giştî de timî bi ecibandinê hat pêşwazîkirin.

Tevî hemû nêzîkatiyên nebes yên tên jiyîn Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo talûkeyên her ku diçe li ser Tirkiye û Kurdan giran dibe berteref bike û ji bo hîmê pêşerojeke bi sedan salan a jiyana azad, demokratîk, xwişk û biratiyê dayne, bi armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk bigihîne qonaxeke duyemîn hewl dide gavên pratîk ên nû yên pêşîlêveker bavêje.

Li ser vî esasî, li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn ku plan kiriye, em hemû hêzên xwe yên li nav sînorên Tirkiyê li cihên ku rîska pevçûnê çêdike û rê li ber provokasyonên muhtemel vedike, ji bo pêkanîna vekişandina li Qadên Parastina Medyayê li ser erêkirina Rêber Abdullah Ocalan jî em pêk tînin. Beşek ji komen gihîştine Qadên Parastina Medyayê vê gavê li vê derê ne û bi xwe beşdarî vê daxuyaniyê dibin. Her weha li qadên sînor jî li cihên ku rîska pevçûnê lê heye û mewziyên ku ew ê rê li ber provokasyonên muhtemel veke jî tedbîrên sererastkirinê yên weke vê tên girtin.

Bêguman ev gavên ku em davêjin asta wê ya bandorê ewê pratîk nîşan bide. Encax ev gavên pratîkî yên em davêjin jî di pêkanîna biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê de careke din helwesta me ya bi biryar û net nîşan dide.

Pir eşkere ye ku em girêdayî biryarên Kongreya 12’emîn in û di pêkanîna wê de em bi biryar in. Lê ji bo evana bên pratîzekirin jî dîsa li ser bingehê biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê girtine, nêzîkatiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajo ferz dikin bêyî ku bi derengî bikeve divê bên nîşandan. Di vê çarçoveyê de Hiqûqa Veguhêz a taybet ji bo PKK’ê divê esas bê girtin, ji bo beşdarî siyaseta demokratîk bibe qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê yên pêwîst bêyî ku bi derengî nekeve derkevin.

Weke dawîn banga me, di serî de ji bo jin û ciwanan ji bo hemû gelên me ye. Pêvajo ne ew pêvajo ye ku ji hinekan hin tiştan hêvî bikin, pêvajo ew pêvajo ye ku bi têkoşîna rêxistinkirî avakirin û qezenckirina jiyana azad û demokratîk e. Wê wextê her kesên ku xwe di nava vê jiyanê de dibînin, ji bo serketina ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ di asta seferberiyê de divê têbikoşin.

Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk teqez ew ê bigihîje serkeftinê!”

26’ê Cotmeha 2025’an

Rêveberiya Tevgerê