Çekdarên PKKê ji kû vedikişin û li kû kom dibin…!

Pêvajoya ku, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi navê “Tirkiye ya bê teror” destpêkirî bi awayek balkêş rêve diçe. Bahçelî bangî Ocalan kir û tişta jê xwestî Ocalan bi nameyekî destnivîsa xwe bersiv da. Ocalan gelek bi zelalî tenê behsa 3 xalan kir .
Ocalan got: “Dê PKK ji dev çekan berdê. PKK kongreya xwe dicivîne û xwe fesih dike, sêyem jî hêdî behsa dewletbuna kurdan, federasyon, xweserî yan jî mafên çandî nekin. Emê “entegrasyona Demokratik” pêkbînin.”
Beyana Ocalan ji bo kesên tê bigihe gelek zelal bû. Gelek aliyên siyasî, berpirsên Herêma Kurdistanê û herkes û aliyên aşitiyê diparêzin dan xûyakirin ku, ev pêvajoyek başe. Sekinandina şer erêniye.
Lê ya ku peyama Ocalan xwehrûvacî nirxandîn, cardin PKK û beşek di nava DEMê de bûn. Piştî PKKê kongreya xwe li darxistî û xwe fesih kirî, hêja behsa PKKê tê kirin hinek wek berpirsên PKKê daxûyaniya didin. Ev çewe fesih kirine nayê zanîn. Eger rastî te xwe fesih kiribe hêdî gerek ti tu daxûyaniya li ser wî navî nedî.
Ji aliyek din ve, roja 25ê mehê ji berpirsên PKKê Sabrî Ok li başûrê Kurdistanê konferansek çapemeniyê li darxist û da xûyakirin ku, PKK hêzên xwe yên çekdar bi temamî ji Tirkiye dikişîne. Herkesekî jî ev wek gavek ji bo aştiyê erênî nirxand. Lê gelo Rêxistinek hatî fesih kirin û ji devçekan berdayî, çewe hêja çekdarên xwe ji deverekî dikşîne. Başe van çekdaran kûve dibin? Dibin başûrê Kurdistanê. Belkî ev biryar heta radeyekî li Tirkiye dibe sedemê aramiyekî, lê gelo ev hêzên çekdar li başûrê Kurdistanê dê çibikin? Eger kiryarên xwe yên heta niha li başûr berdewam bike ev yek tê wateya ku, dê bibin tehdîdek li ser desthilata herêma Kurdistanê.
Di vê pirsê de PKK ne yek seriye û tişta Ocalan dibêje ne bi dilê hemûyane. Gelek bi tektîkî û dirûtî tevdigerin. Dê pêşerojê de nêxweşiyên vê wê bêne dîtin. Ji aliyek din ve PKK naxwaze rastiya pêvajoya hatî destpêkirin vekirî qebûl bike û li gora wê tevbigere. Pêvajoya “Tirkiye ya Bê Teror” nav û armanca pêvajoyê vekirîye û gelekî zelal e. Di vê derbarê dewlet ji PKKê vekirîtir û zelaltir xwedî helweste. Lê PKK û gelek berpirsên rêxistinên PKKê ve girêdayî hewldidin rastiya heyî weşêrin û siyaseteka ne dirûst rêve dibin.
Vekirî heta ku, Qendil di bin bandora Îranê de tevbigere nikare tu biryarek bi istiqrar bide. Heta ku, serkêşiya wan bi awayekî çepên Kemalist bikin, dê di taritiyekî de siyasetê bikin.
Yan dê PKK jî bi temamî guh bide Ocalan û bizelalî xwedî helwestbe yan jî dê di vê rêyê de provakasyon her hebin. Siyaseta di vê qonaxê de xelet dibe sedemê sabotekirina gavên bêne avêtin jî….
ROJEVAKURD